AMED - Arkeolog Nevîn Soyûkaya, diyar kir ku rêya dûble ya li Sûrê temam bûye, ji bo sûran nebaş e û dibe ku ji ber vê sûr birûxin. Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin jî got, ya tê kirin "xebata bênasnamekirinê" ye.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku di lîsteya UNESCO'yê de ye, çend meh berê dest bi çêkirina rêya duble hatibû kirin. Rêya asfaltî ya dûbleyî temam bû. Rêya dûble taxa Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Hasirli, Cemal Yilmaz û Şavaşê ku ji 2'yê Kanûna 2016'an ve hatine qedexekirin dihebîne û bi Keleha Hundurîn ve ye û ji Taxa Cevatpaşayê dest pê dike ji Deriyê Mêrdînê ve bi Kolana Gaziyê ve hatiye girêdan. Tê payîn piştî bidawîbûna qedexeyê dê rê ji bo trafîkê bê vekirin.
'LERZÎNA TRAFÎKÊ DÊ ZIRARÊ BIDE SÛRAN'
Arkeolog Nevîn Soyûkaya, diyar kir ku ji ber rê di ber sûran re ye, ev yek ji bo sûran talûke ye. Soyûkaya, anî ziman ku hêla rojhilat a sûran ku rê tê re derbas dibe li gor deverên din lawaztir e. Soyûkaya, destnîşan kir ku li vê hêlê sûr bi tebeqeyên bazaltê yên bilind hatine çêkirin, wekî ên hêla rojavayê sûran ne qalind in û bircên mezin lê tune ne. Soyûkaya got: "Bi erdhej û heyelanan tebeqeyên bazaltî ji hev veqetiyane û tevî sûrên li ser rûxiyane û ber bi geliyê ve ketine. Ev rêya asfaltî ya di ber sûran re hatiye çêkirin, di dema lerizîna trafîkê de dê zirarê bide sûran."
'BERMAYIYÊN MERWANIYAN HATIN BINAXKIRIN'
Soyûkaya, destnîşan kir ku cihê ku rê lê hatiye çêkirin bermayiyên Dewleta Kurd a Merwaniyan lê hebûne û got: "Di nivîsên kevn û heta di pirtûka dîroka Merwaniyan a Îbn-ul Ezrak de tê gotin qesra Merwaniyan li nêzî Deriyê Nû bûye. Her wiha di wêneyekî 1939'an de tê dîtin ku li bin sûrên li hêla rjavayê bermayiyên xanekê heye û bermayiyên hin avahiyên din jî hene. Bi vê rêya asfaltî ku wekî pîsta balafiran hatiye çêkirin, bermayiyên evan avahiyan hatine binaxkirin."
Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin jî, diyar kir ku bi "mîmara nû" re Sûr ji nasnameya wê ya qedîm hatiye dûrxistin û got: "Bajar bi şopên rabirdûya xwe hene. Ew deverên dîrokî ruh, nasname û çanda xwe li bajêr bar dikin. Li cihekî ku wekî qada sîtê hatibe tescîlkirin ji cih leqandina kevirekî karê pispora ye. Divê xebat bi awayekî hesas bê kirin. Qadeke ku diviya pir miqateyî wê bihatana kirin, dan ber înîsyatîfa kemçevanan. Avahiyên dîrokî yên tescîlkirî rûxandin û gotin wan li şûna wan avahiyên dîrokî yên nû çêkirine. Rabirdû hat rûxandin û li şûna wê rabirdûyeke sixte çêdikin. Vîllayên betonî hatin çêkirin. Çêkirina malên qaşo 'malên dîrokî yên Amedê" didome ku nayê zanînin ji bo evan kîjan dîrok wekî referans hatiy nîşandan. Halbûkî wexta me bi awayekî teknîkî lêkolîn kir, dijraberiyek heye."
'PÊDIVÎ BI RÊYA DUBLEYÎ TUNE BÛ'
Aydin, rûxandin û û înşeata li Sûrê didome wekî "bênasnametiyê" nirxand û got: "A nasnameya bajêr diyar dike, qadên wê yên jiyanê ne. Û qadên jiyanê ne yên rêvebiran ên şêniyên bajêr in. Malên nû tên çêkirin jî li ofîsa mîmartiyê ya Enqereyê bi mîmarên Amedê nedîtine tên çêkirin û loma tiştekî absurt derdikeve holê. Rêya asfaltî ya dûbleyî dê zirareke mezin bide Sûrê. Li Sûrê pêdivî bi tiştekî wisa tune bû. Çimkî artelên sereke yên Sûrê hebûn û ew ev pêdivî pêk dianîn. Kuçeyên wê yên xwemal hebûn. Ev kuçe bala UNESCO'yê kişandin û loma hatin tescîlkirin. Daxilî Lîsteya Mîrasê ya Çandî ya Cîhanê bû."
'SÛR VEDIGUHERE BEDENEKE BÊ RUH'
Aydin, tiştên tên kirin wekî "xebatên operasyonel" pênase kir û destnîşan kir ku bi vî awayî Sûr dê veguhere bedeneke bê ruh, çimkî dê bi vê dîrok û çandek nemîne.