RIHA - Xeraca navçeyê ya di dema şaredariya DBP'î ya Wêranşarê de hat çêkirin, ji ber ji bo rê destûra xaçerêyê nehat dayîn, demeke dirêj nehat bikaranîn. Lê belê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, destûra çêkirina xaçerêyê hat dayîn û wekî xizmeta qeyûm be hat berpêşkirin.
Şaredariya Wêranşarê ya DBP'î li nvaçeyê xerac çêkiribû, lê belê ji ber Şaredariya Mezin a Rihayê destûra çêkirina xaçerêyê neda, demeke dirêj xerac nehat biakranîn. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin destûra çêkirina xaçerêyê hat dayîn û wekî xizmetaa qeyûm be hat berpêşkirin. Her wiha navê xeracê hat guherandin û kirin "Termînala Nav Bajêran a Wêranşarê".
Welatî bi derfetên xwe tên xeracê û diçin û her wiha li nav bajêr derbasbûyîn û sekinandina otobêsên navbera bajaran qedexe ye. Fîrmayên otobêsan ên li xeracê xwestin serwîsên xwe ji bo rêwiyan bişînin nav bajêr, lê belê şaredariyê ev yek qebûl nekir. Her wiha hat diyarkirin ku qeyûm kirêyên yazixaneyan biha kiriye. Li xeracê kirêya yazixaneyan mehê di navbera 600-700 lîreyî de ye û salê jî di navbera 7-11 hezaran de ye. Ji bo lênerîn, paqijkirin û gihandina xeracê xwediyên fîrmayan gelek caran xwest bi qeyûm re hevdîtinê çêbikin, lê belê qeyûm ev yek qebûl nekir.
Osman Aksû ku li xeracê yazixaneya wî heye, anî ziman ku xerac di 3 salan de hatiye çêkirin û bicihbûna wê jî 2 saln dewam kiriye. Aksû, diyar kir ku ji ber Şaredariya Mezin a Rihayê destûra çêkirina xaçerêyê nedida, bicihkirina li xeracê ev qas dewam kiriye, lê belê piştî qeyûm hatiye çêkirina destûra çêkirina xaçerêyê hatiye dayîn. Aksû, bilêv kir ku berî qeyûm bê tayînkirin, projeyên xeracê hemû amade bûn, dolmîşên nav bajêr û seferên otobêsan hatibûn diyarkirin, lê piştî qeyûm ev hemû hatine betalkirin. Aksû, diyar kir ku qeyûm nahêle em pê re hevdîtinê çêbikin û got: "Em avêtin vir, pirsgirêk jî man li holê."
‘EM BI XWE WÊ PAQIJ DIKIN'
Ferhat Çetîner ku yazixaneya wî li xeracê heye, diyar kir ku xerac di dema şaredariya DBP'î de hatiye çêkirin, lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin, wekî xizmeta qeyûm be hat berpêşkirin. Çetîner got: "dolmîşên nav bajêr û xetên otobêsan nayên xeracê. Loma welatî di warê çûnhatina xeracê de ditengijin. Qeyûm xeta ber bi vir çênake. Loma sefer jî çênabin. Mirov an bi texsiyê an jî bi wesayîtên xwe tên xeracê. Heqê kirêyên me pir zêde ne. Me xwest ji bo kirêyan em hevdîtinê çêbikin, lê kes guh nade me. Em bi derfetên xwe xeracê paqij dikin."
‘DIVÊ EM QEYÛM BIŞÎNIN'
Çetîner, diyar kir ku şaredariya niha tu xizmetê nake û got: "Pêşî şaredarê me yê gel ew hilbijart hat girtin, paşê qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Loma qeyûm ne temsîliyeta me ye. Di hilbijartinê de em ê deng bidin nûnerên xwe. Du sal in em li şaredariyê muxatabekî bibînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên xeracê her ku em diçin şaredariyê, deriyan li ser me digirin. Ji bo ev pirsgirêk hemû bên çareserkirin divê em qeyûm bişînin. ger em bişînin dê prisgirêk bên çareserkirin."
MA / Erdogan Alayumat