WAN - Daxwaza ji bo Kulîçeya Wanê her diçe zêde dibe. Ferhat Dûman ku 35 sal in vî karî dike, diyar kir ku ji ber Kulîçeya Wanê hem erzan û hem jî bi tahm e, dewlemend û xizan tev de dixwin.
Bivênevêye ber taştêya bi nav û deng Taştêya Wanê jî Kulîçeya Wanê ye. Kulîçeya Wanê di her demsalê de tê xwarin. Ji ber daxwaza ji bo Kulîçeya Wanê zêde ye, hema bêje her roj bi taybetî danê sibehê ji bo wê mirov li ber firinan dikevin rêzê. Yek ji evan firinan jî Firina Kuçuk Yildizê ye ku ji sala 1939'an ve kulîçeyan çêdike. Ferhat Dûmanê ku di vê firinê de dixebite, anî ziman ku ew li ber destê bavê xwe hîn bûye û 35 sal in vî karî dike.
Dûman got: "Wexta em kulîçeyan çêdikin em bi rûnê sivik çêdikin. Bi saya vî rûnî hevîr nerm dibe û tahma kulîçeyan xweş dibe. Em ji bav û kalên xwe hîn bûne. Ji bo em baş çêbikin em pir dixebitin."
Her wiha Dûman, anî ziman ku ji ber kulîçeyên Wanê erzan û bi tahm in, hem xizan hem jî dewlemend tev de dixwin. Dûman, diyar kir ku 10 hoste li firina wan dixebitin û hosteyê wan ê herî nû herî kêm 10 sal e dixebite.
DIŞÎNIN DERVEYÎ WELAT JÎ
Dûman, anî ziman ku piraniya kulîçeyên wan li bajêr tên firotin, lê belê carinan ew dişînin Stenbol, Edene, Antalya û Rûsya, Ûkrayna, Îranê jî.