* Gundê Pekran ê Dîgora Qersê ku 50 kîlometre dûr sînorê Ermenîstanê ye, di wesfa çîroka sînorê çêker ê di navbera herdu gelan de ye. Kurdên piştî ermenî hatin koçberkirin li gund bi cih bûn dibêjin "Hîn jî em di bin banê dijîn" û li bendê wê rojê ne ku sînor bê vekirin.
* Daxwaza ji bo Kulîçeya Wanê her diçe zêde dibe. Ferhat Dûman ku 35 sal in vî karî dike, diyar kir ku ji ber Kulîçeya Wanê hem erzan û hem jî bi tahm e, dewlemend û xizan tev de dixwin.
* Xeraca navçeyê ya di dema şaredariya DBP'î ya Wêranşarê de hat çêkirin, ji ber ji bo rê destûra xaçerêyê nehat dayîn, demeke dirêj nehat bikaranîn. Lê belê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, destûra çêkirina xaçerêyê hat dayîn û wekî xizmeta qeyûm be hat berpêşkirin.
* Esnafên Bazara Genim a Wêranşarê ku bazara herî mezin a genim a herêmê ye, hindik mane top bavêjin. Esnafên bazarê gotin li gor sala par karê wan ji sedî 80 kêm bûye û ger krîza aborî neyê çareserkirin ew ê top bavêjin.
* Erol Katirçioglu yê HDP’î, diyar kir ku nelirêtiyên di raporên Dîwana Muhasebetê (sayiştay) de lêpirsîn baş nayin kirin û got: “Dema lêpirsîn hinek tê kûrkirin, dibin hemû nelirêtiyan de, mirovên têkiliya wan bi Teyyîp Erdogan re hene, derdikevin holê.”
* Servet Koçê DAIŞ'î ji bo cinayeta belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdû li xwe mikur hatibû. Têkildarî vê dozgeriyê ji bo lêkolînkirin tim daxwaz li emniyetê dikir, lê belê di nivîsên hatin şandin de derket holê ku emniyet lêpirsîn bi derengî xistiye.
* 13 sal berê di êrîşa bombeyî ya li hemberî Ûmût Kîtapeviyê dewleta kûr di ser sûc re hatibû zevtkirin. 3 bersûcên ku têkildarî bûyerê hatin girtinû herkê 39 sal ceza li wan hat birîn, piştî hewldana darbeyê hatin berdan. Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz, got pêvajoya hiqûqî ya der barê bûyerê de îro bi "hevkariya Ergenekon-AKP'ê" didome.
* Arkeolog Nevîn Soyûkaya, diyar kir ku rêya dûble ya li Sûrê temam bûye, ji bo sûran nebaş e û dibe ku ji ber vê sûr birûxin. Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin jî got, ya tê kirin "xebata bênasnamekirinê" ye.
* Danişîna doza darizandina parêzerên endamên OHP'ê jê dinav de yên qedexeyên derketina derve û sûcên li dijî mirovihê yên li Cizîrê şermezar kirin, dê li 36'emîn Dadgeha Cezayê Girtan a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza darizandina bersûcên Bariş Kerem û Oguzhan Erkûl ên bi îdîaya di ketina Kent Orman a navçeya Sultangazî ya Stenbolê de di 14'ê Nîsana 2017'an de ji ber ku li gorî hişyariya 'Rawestin' ne sekinîn û di encama gule reşandina polîsan de jiyana xwe ji dest dan, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.
*Nobeta Edaletê ya rêxistinên hiqûqî ji bo hempişeyên xwe yên girtî dayîn destpêkirin, dê di hefteya 78'emîn de li Edliya Çaglayanê berdewam bike. (11.30)
* Koma Bangawaziya Demokrasiyê, li Otela Hîll a Taksîmê dê têkildarî "Hevdîtina Demokrasiya Herêmî" civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Danişîna 6'emîn a 22 kesên Hevşarêdarê Dêrika Mêrdînê Abdulkerim Erdem, dê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)
*Malbatên Roboskî, di hefteya 358'emîn a lêgerîna edaletê de, dê li ser gorên xwe xizmên bên gel hev û daxuyanî bidin çapemeniyê. (16.00)