Polîs welatiyên Farqînê bêzar dike

  • rojane
  • 09:42 27 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Li Farqînê ji ber operasyonên leşkerî gelek kes hatin girtin û her wiha malên li Taxa Tekelê jî bi rasthatinî hatin gulebarankirin. Li gundekî navçeyê jî, ji ber welatiyekî di dawetê de kincên gelêrî li xwe kirin hat binçavkirin. 

Di demên dawî de li navçeya Farqîn a Amedê operasyonên leşkerî û avêtina ser malan zêde bûn. Ji ber vê rewşê gel bêzar bûye. Piştî di 3’yê Cotmehê de li navçeyê çawîşekî pispor hat kuştin, operasyon û avêtina ser malan zêde bû. Li gor îdiayê 5 polîsên ku dema çawîşê pispor hatiye kuştin li wir bûne, ji peywirê hatine dûrxistin. Her wiha 13 kesên li Farqînê hatin binçavkirin jî, hîn li Amedê di bin çavan de ne û her wiha 2 kesên duh na pêr jî hatin binçavkirin hîn li Emniyeta Farqînê ne. Piştî çawîşê pispor hat kuştin, di 12’ê Cotmehê de li gelek gundên navçeyê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û ev qedexe heta 21’ê Cotmehê domandibû. Li gor tiştên ku şêniyên navçeyê ragihandin, piştî bûyerê li navçeyê noqteyên lêgerînê zêde bûne û zext û zoriyên zêde li ser navçeyê hene. Polîsên rûpoş, bi awayekî lez û bez li nav kuçe û kolanan dewriye digerin û bêyî ku têkevin hinek malan, wan gulebaran dikin. 
 
Di 22’yê Cotmehê de Qeymeqamê Navçeyê Adem Çelîk, hin agahî dan nûçegihanê AA’yê û derpêş kir ku droneyeke ku bê destûr hatiye firandin hatiye xistin. Nehat zanîn ku droneya tê îdiakirin di 21’ê Cotmehê de hatiye xistin, ji aliyê kê ve hatiye xistin. Lê belê li gor agahiyên şahidan, bi şev saet di navbera 01.30-04.00’an de li Taxa Tekelê bi awayekî zêde dengê çekan hatiye. Şêniyên taxê gotin ku wan tu drone nedîtine, lê belê gelek mal bûne hedefa guleyan. Welatiyan wêneyên van malan kişandin û ditirsin ku bûyerên dijwartir bi serê wan de bên. Piraniya guleyan li malan ketiye û ev rewş daxuyaniyên Qeymeqam Adem Çelîk pûç dikin. 
 
POLÎSÊN RÛPOŞ DIGERIN 
 
Şêniyên navçeyê dest nîşan kirin ku, li navenda Farqînê bi awayekî fermî qedexeya derketina kolanan nehatiye îlankirin, lê belê polîs û tîmên taybet li navçeyê qedexeyê disepînin û ev rewş wan nerihet dike. Welatiyan dest nîşan kir ku piştî kuştina çawîşê pispor polîsên rûpoş li navenda bajêr digerin û ji esnafan re wiha dibêjin: “Ji bo çi tu li min dinerî, rabe ji ber çavê min.” Welatiyan diyar kir ku dema davêjin ser malan, ji welatiyan re dibêjin “Baran kî ye, xwe li ku veşartiye?” Welatiyan got ku ev polîtîka bi zanebûnî li Farqînê tê meşandin û bi binçavkirin û girtinan dixwazin gel bitirsînin. Welatiyan ji bo ewlehiya xwe nexwestin dîmenên wan bên kişandin û gotin deriyên wesayîtên zirxî yên dewriye digerin vekirîne û zaf bi lez diçin û tên. Welatiyan got ku ji ber vê rewşê çarşiya Farqînê vala bûye û kes nikare bi rihetî li çarşiyê bigere. 
 
JI BER KINCÊN GELÊRÎ EW BINÇAVKIRIN
 
Ji xeynî navenda navçeyê, leşker davêjin ser gundên navçeyê jî. Leşkeran li gundê Piramayê avêt ser dawetekê û ji ber bûk û zava di dawetê de kincên gelêrî li xwe kirine, leşkeran zave binçav kiriye û du roj berê ew berdane. Her wiha ji gundiyan re gotine heke ew carekî din tiştekî wisa bibînin, ew ê tiştên xerabtir bînin serê wan.
 
DEMA CERDEVANAN MUHÎMAT DIFIROTIN HATIN ZEVTKIRIN
 
Li gel van tiştan hemûyan, li gundê Şifqetê du cerdevanên ku di dema qedexeya derketina derve de beşdarî operasyonê bûn jî, dema muhîmat difirotin hatin zevtkirin. Herdu cerdevan hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Hat hînbûn ku cerdevanên bi navê Ahmet Taş û Turan Bilen dema hewl dane muhîmetên çekên giran bifiroşin hatine girtin. 
 

Sernavên din

29/10/2017
10:57 Mamosteya MAPER’ê û xebatkarê DBP’ê hatin binçavkirin
10:14 Şakar: Bi hevdîtina malbat û parêzeran re tecrîd ranabe, divê Ocalan azad bibe
10:00 ‘Ji bo turîzm pêş bikeve, divê OHAL rabe'
09:49 Hevserokên mafên wan hatin xwarin: Em ê xurttir vegerin
09:48 Welatiyên Geverê xwe ji zivistanê re amade dikin
09:47 ‘Yên îxanet li Stenbolê kirin, îxanetê li Îzmîrê jî dikin'
09:46 Ji niha ve jin barê zivistanê hildigirin
09:45 Du kes dilîzin, bi dehan kes temaşe dikin
09:43 ANHA bû dengê azadiya Sûriyeya Bakur
09:42 Rojnameger Kizilkaya û Sancili cara 5'an derkevin dadgehê
09:41 Aydogdu: Divê gelên Tirkiyeyê tecrîdê qebûl nekin
09:39 Nûnerên siyasî: Israra tecrîdê dê rê li ber înfialê veke
09:38 Karkerên Komirê: Talûke ye, lê em mecbûr in
09:37 Emniyet ji bo Velî Saçilik li rêxistinekê digere!
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2017'AN DE
28/10/2017
20:58 Ji bo Roboskiyê cara 70’yemîn doza edaletê hat kirin
17:29 'Azadî dê bi ser bikeve tecrîd dê winda bike'
16:37 Xebatkarên TV10: Em destê xwe bidin hev û welat xelas bikin
16:23 ‘Bila girtiyê nexweş Solhan bê berdan’
15:41 Xizmên windayan aqûbeta Huseyin Toraman pirsîn
15:39 Li Amedê 'komxebta jin û qeyûman' hat lidarxistin
15:25 Polîsan di çalakiya Yukselê de 4 kes binçav kirin
15:07 Girtiyê nexweş Babaoglu serbest berdin
15:06 ‘Çiya, kevir û çûk rê nîşan bidin ez bigêjim kurê xwe'
15:03 Bîlgen: Tecrîda li ser Birêz Ocalan provokasyon e
14:21 Jina rastî êrîşa çekdarî hat mir
14:20 Rojnameger ji bo hevalên xwe yên girtî meşiyan
13:50 ‘Ramanên Ocalan tecrîd dikin’
13:21 Polîsan li Mêrsîn û Stenbolê 20 kes binçav kirin
13:20 Hêj ruhê 7'ê Hezîranê zindî ye
13:19 Piştevaniya Hopayê girtin şermezar kirin
12:42 Mamosteyan li eniya zarokan heyv û stêrk xêz kirin
12:27 Hîco: Duyemîn reva PDK'ê ya Şengalê em şaş nekirin
12:26 TSK noqteyên QSD'ê bombe dike
12:14 Gemîcîoglu ya ji nexweşiyê hat berdan: Tu mafî nas nakin
11:58 Piştî operasyonê şer derket
11:41 Bîrlîk: Xaniyên li Şirnexê ji bo kê tên çêkirin?
11:41 Narîn a 78 salî: Binçavkirina min wêneyê zilmê ye
11:40 Nameyên binpêkirinên mafan vedibêjin tên desteserkirin
11:03 Çapemeniya kurd a li Sirgûniyê dest pê kir bû pêşengê çapemeniya azad
11:02 Em bi karkeran re daketin 'Çala mirinê'
10:13 Di Mîhrîcana çand û hunera kurdî de şahiya muzikê
09:53 DAIŞ'ê li Reqqayê Muzeyek wêrankirî li pey xwe hişt
09:09 2 hezar û 593 xwendekar di girtîgehan de ne
09:09 Hevserokê MMO'yê Hatun: Hêj ji kanê komirê derdixin
09:08 'Kesên ji aştiyê ditirsin tecrîdê girantir dikin'
09:05 'Dewlet bi girtina saziyên çapemeniya kurd negihaşt armanca xwe'
09:04 Mişmiş jî ketin ber krîza vîzeyan
09:03 Midurê Girtîgehê: Dewlet jî hiqûq jî ez im
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2017'AN
27/10/2017
21:00 Girtiya nexweş Gemicioglu ji girtîgehê derket
20:10 Li Farqînê 4 leşker birîndar bûn
20:08 Parêzer Deniz Yildiz hat berdan
18:53 Li Îzmîrê rêveberên HDP'î dest bi greva birçîbûnê kirin
17:34 Herêmên bejahiyî yên Farqîn û Hezro tên bombebarankirin
17:16 Girtiya nexweş Gemicioglu hat berdan
17:09 Katalonya bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kir
16:11 Polîsan li Bogilanê bi ser malan de girt
16:02 Leman: Li pey Felek’ê wêneyek jî nema
15:27 23 meh berê Tahir Elçî hat kuştin, lê kujer tune
15:26 Dozger serlêdana malbata Ocalan red kir
15:01 5 DAIŞ’iyên biyanî teslîmî YAT'ê bûn
15:00 ‘Divê gelê kurd tecrîdê qebûl neke’
14:51 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Yukselê kir: 5 kes binçav kirin
14:50 Leşkeran mal şewitand: Pîra xwest şewatê vemirîne krîza dil derbas kir
13:55 Karkerên li Denîzliyê jehrî bûn û qeza derbas kirin
13:54 Prz. Demîr: Hevdîtina bi Ocalan re dê bibe nefesa Tirkiyeyê
13:53 Demîrtaş: Xwedîderketina li rojnamegeran peywirek exlaqî ye
13:32 KCD: Biryara dadgehê dijî qanûnê ye û nayê qebûlkirin
13:00 9 hezar Rojavayî ji Başûr vegeriyan Rojava
12:24 Bêrîvan a YJŞ'î: Em dê pêşiya fermanan bigirin
12:06 'Herî zêde Tirkiye endam şandine nava DAIŞ'ê'
12:04 Stenbol ji bo Ocalan seferber dibe
11:13 Polîsan 6 parêzerên ÇHD'ê binçav kirin
11:03 Li ser girtiyên Girtîgeha Sîlîvriyê nasnameyê ferz dikin
11:02 Dixwazin Şirnexiyan di TOKÎ'yên li Cizîrê de bi cih bikin
11:02 6 siyasetmedar li Wanê hatin berdan
10:52 Nivîskar Derwêşiyan çû ser dilovaniya xwe
10:40 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
10:36 Akil: Em ê aboriya xwe ya navxweyî ava bikin
10:24 Bê delîl 10 sal û 10 meh ceza birîn
09:46 Li girtîgeha nû zaroka yek salî jî tazî kirin
09:45 HES Sûlava Bêgirê zuwa dike
09:44 Ev firin wargeha malbatên xizan e
09:43 Wezîr qebûl kir: Li girtîgehê 7 rojan binçavkirin
09:42 Polîs welatiyên Farqînê bêzar dike
09:41 Heyeta Îmraliyê li benda bersîva Wezîrê Dadê ye
09:40 Jeotermal dê dar û beran tune bike
09:40 Projeya avdaniyê 5 salin temam nebûye: Darên fisteq û zeytûnan hişk bûn
09:39 'Mêrgên xwe didin îmarê, li derve kirê dikin’
09:38 'Heke ev tişt hatibe serê mele, ka dê çi neyê serê me'
09:37 Zabite ji bo firotina gulan bertîlê dixwazin
09:36 180 roj in di çalakiyê de ye: Ez ê paşve gavan neavêjim
09:35 Gurkan: Rakirina tecrîdê dê xizmeta yekîtiyê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2017'AN
26/10/2017
22:04 Selîm Temo: Piraniya kurdologên ewropî bi kurdî nizanin
18:03 Rojnameger Kuray hat berdan
18:01 HDP'ê mirina biguman a Kîl bir Meclisê
17:03 Malbatên Roboskê: Di şexsê wekîlê me de me ceza dikin
16:40 Doza Demîrtaş hat taloqkirin