Polîs welatiyên Farqînê bêzar dike 2017-10-27 09:42:27 AMED - Li Farqînê ji ber operasyonên leşkerî gelek kes hatin girtin û her wiha malên li Taxa Tekelê jî bi rasthatinî hatin gulebarankirin. Li gundekî navçeyê jî, ji ber welatiyekî di dawetê de kincên gelêrî li xwe kirin hat binçavkirin.  Di demên dawî de li navçeya Farqîn a Amedê operasyonên leşkerî û avêtina ser malan zêde bûn. Ji ber vê rewşê gel bêzar bûye. Piştî di 3’yê Cotmehê de li navçeyê çawîşekî pispor hat kuştin, operasyon û avêtina ser malan zêde bû. Li gor îdiayê 5 polîsên ku dema çawîşê pispor hatiye kuştin li wir bûne, ji peywirê hatine dûrxistin. Her wiha 13 kesên li Farqînê hatin binçavkirin jî, hîn li Amedê di bin çavan de ne û her wiha 2 kesên duh na pêr jî hatin binçavkirin hîn li Emniyeta Farqînê ne. Piştî çawîşê pispor hat kuştin, di 12’ê Cotmehê de li gelek gundên navçeyê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û ev qedexe heta 21’ê Cotmehê domandibû. Li gor tiştên ku şêniyên navçeyê ragihandin, piştî bûyerê li navçeyê noqteyên lêgerînê zêde bûne û zext û zoriyên zêde li ser navçeyê hene. Polîsên rûpoş, bi awayekî lez û bez li nav kuçe û kolanan dewriye digerin û bêyî ku têkevin hinek malan, wan gulebaran dikin.    Di 22’yê Cotmehê de Qeymeqamê Navçeyê Adem Çelîk, hin agahî dan nûçegihanê AA’yê û derpêş kir ku droneyeke ku bê destûr hatiye firandin hatiye xistin. Nehat zanîn ku droneya tê îdiakirin di 21’ê Cotmehê de hatiye xistin, ji aliyê kê ve hatiye xistin. Lê belê li gor agahiyên şahidan, bi şev saet di navbera 01.30-04.00’an de li Taxa Tekelê bi awayekî zêde dengê çekan hatiye. Şêniyên taxê gotin ku wan tu drone nedîtine, lê belê gelek mal bûne hedefa guleyan. Welatiyan wêneyên van malan kişandin û ditirsin ku bûyerên dijwartir bi serê wan de bên. Piraniya guleyan li malan ketiye û ev rewş daxuyaniyên Qeymeqam Adem Çelîk pûç dikin.    POLÎSÊN RÛPOŞ DIGERIN    Şêniyên navçeyê dest nîşan kirin ku, li navenda Farqînê bi awayekî fermî qedexeya derketina kolanan nehatiye îlankirin, lê belê polîs û tîmên taybet li navçeyê qedexeyê disepînin û ev rewş wan nerihet dike. Welatiyan dest nîşan kir ku piştî kuştina çawîşê pispor polîsên rûpoş li navenda bajêr digerin û ji esnafan re wiha dibêjin: “Ji bo çi tu li min dinerî, rabe ji ber çavê min.” Welatiyan diyar kir ku dema davêjin ser malan, ji welatiyan re dibêjin “Baran kî ye, xwe li ku veşartiye?” Welatiyan got ku ev polîtîka bi zanebûnî li Farqînê tê meşandin û bi binçavkirin û girtinan dixwazin gel bitirsînin. Welatiyan ji bo ewlehiya xwe nexwestin dîmenên wan bên kişandin û gotin deriyên wesayîtên zirxî yên dewriye digerin vekirîne û zaf bi lez diçin û tên. Welatiyan got ku ji ber vê rewşê çarşiya Farqînê vala bûye û kes nikare bi rihetî li çarşiyê bigere.    JI BER KINCÊN GELÊRÎ EW BINÇAVKIRIN   Ji xeynî navenda navçeyê, leşker davêjin ser gundên navçeyê jî. Leşkeran li gundê Piramayê avêt ser dawetekê û ji ber bûk û zava di dawetê de kincên gelêrî li xwe kirine, leşkeran zave binçav kiriye û du roj berê ew berdane. Her wiha ji gundiyan re gotine heke ew carekî din tiştekî wisa bibînin, ew ê tiştên xerabtir bînin serê wan.   DEMA CERDEVANAN MUHÎMAT DIFIROTIN HATIN ZEVTKIRIN   Li gel van tiştan hemûyan, li gundê Şifqetê du cerdevanên ku di dema qedexeya derketina derve de beşdarî operasyonê bûn jî, dema muhîmat difirotin hatin zevtkirin. Herdu cerdevan hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Hat hînbûn ku cerdevanên bi navê Ahmet Taş û Turan Bilen dema hewl dane muhîmetên çekên giran bifiroşin hatine girtin.