AGIRÎ – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi boneya binpêkirina mafan şermezar bikin derneketin hevdîtina vekirî.
Malbatên çûn hevdîtina zarokên xwe yên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê bi zarokên xwe re hevdîtin pêk neanîn. Malbatan ragihand ku girtiyan bi boneya ji avê bêhn tê, ava germ nadin wan, xwarin nayê xwarin, sewqa nexweşxaneyan nadin wan, kargoyên wan redest nakin û gelek pirsgirêkên girtîgehê şermezar bikin derneketin hevdîtinê. Malbatan bertek nîşanî pêkanînên girtîgehê dan û xwestin binpêkirina mafan li tavilê bi dawî bibe.