MÊRDÎN – Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok û Hevseroka DBP’a Nisêbînê Ziynet Algan jî di nav de koma ji serdana hevdîtina Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya vedigeriyan Nisêbînê qeza kirin û 4 kes birîndar bûn.
Heyeta ji Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok, Hevseroka DBP’a Nisêbînê Ziynet Algan pêk dihat duh çûn serdana hevdîtina Hevşaredar Nisêbînê Sara Kaya ya piştî qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û hat girtin ku niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne. Wesayîta Hevşaredar Kok diajot duh bi şev li navçeya Heskîfê ya Êlihê li wesayîtek ji miqabil ve dihat qelibî. Di qezayê de mirin pêk nehat û 4 kes birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê.
Hat zanîn ku ji birîndaran endama Meclîsa Şaredariya DBP’ê ya Nisêbînê Emîne Akyuz Guler ku xwîna hundirin derbas kir li beşa lezgîn tê dermankirin. Hat ragihandin parsûyên Hevseroka DBP’a Nisêbînê Ziynet Algan şikestiye û dê sibê bê emeliyatkirin. Yê xwişka Sara Kaya, Marîa Temel jî lingê wê şikest û wê sewqî Amedê kirin.
Hevşaredar Kok jî ku ji destê xwe bi sivîkî birîndar bû ji nexweşxaneyê hat derxistin.