AGIRÎ – Di serdegirtina malan a li navçeya Dutaxê ya Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Dutaxê ya Agiriyê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku piştî lêgerîn li malan polîsan 15 kes binçav kir. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Agiriyê.
Navê kesên hatin binçavkirin hin ji wan wiha ne: Rêveberê HDP’a Dutaxê Menduh Aydin, Nurettîn Duran, Bedîr Elbî, Menderes Elbî, Ilyas Efe, Vedat Turgut, Cevdet Bîlîcî, Mehmet Durak, Abdurrahman Demîrel, Menav Yildirim, Metîn Yildirim, Enver Kutluay û Yaşar Duran.