AMED - Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji ber ku ferzkirina kelepçeyê red kir, neanîn danişînê.
Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, ji ber ku ferzkirina kelepçeyê qebûl nekir, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê neanîn danişîna wê ya li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Hat diyar kirin ku Guven dê beşdarî danişînê nebe û li bendêye danişîn dest pê bike. Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê û siyasetmedarên jin ji bo danişînê bişopînin hatin edliyê.