STENBOL – Bavê Emre Can Demîr ê girtî Hasan Demîr diyar kir ku kurê wî bi boneya parastina xwe bi kurdî kir di maşîneya rîngê de hatiye derbkirin û gefên kuştinê lê xwarinê û tevî hemû israran jî rapora derbê ya kurê xwe negirtiye.
Welatiyê bi navê Emre Can Demîr di 8’ê mijdara 2016’an de li Antalya di çarçoveya operasyonekê de bi 23 kesan re hat binçavkirin û piştî mehekê bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” tevî 17 kesan hat girtin. Herî dawî danişîna Demîr di 26’ê cotmehê de li Antalya hat dîtin û bi kurdî parastina xwe kir.
JI BER PARASTINA SIYASÎ DERB KIRIN
Bavê Demîr, Hasan Demîr diyar kir ku ji ber kurê wî parastina siyasî bi kurdî kir nehat qebûlkirin û kurê wî li ber çavê dadger û mubaşîr ji aliyê esker û polîsan ve hatiye lînckirin. Demîr da zanîn ku roja danişînê di maşîneya rîngê de eskeran gefa kuştinê li kurê wî xwariye. Demîr got ew li dijî lînckirina kurê xwe derket û esker û polîsan ew jî bi kurê wî re derb kirin e.
GEFA ‘EM Ê TE ÎNFAZ BIKIN’
Demîr anî ziman ku 2 sal e kurê wî di hepsê de hedef tê nîşandan û her wiha gefên mîna “em ê te înfaz bikin” li kurê wî dixwin. Demîr destnîşan kir ku li gel ev 15 roj in hêj şopên derbkirina kurê wî jê neçûne û li ser mijara derbkirin û gefxwarinê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daye. Demîr got ew ji rewşa jiyana kurê xwe bi xetere ye. Demîr got tevî hemû serlêdanan jî rapora derbkirina kurê wî hatiye astengirin.