AGIRÎ – Burhan Karatay ê 67 salî li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Burhan Karatay (67) ê li Girtîgeha Tîpa E ya Giresunê duh krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Karatay ê 3 sal û 10 meh in girtî dihat darizandin û ji ber temenê xwe jî gelek nexweşînên wî hebûn. Kurê Karatay, Îsmaîl Karatay diyar kir ku berê li gel hemû serlêdanên wan bavê wî nehat tahliyekirin û bavê wî 5 meh berê li wan geriyaye gotiye ku lazim ew anjiyo bibe lê bes girtîgehê destûr nedaye.
Hat zanîn ku Karatay nexweşîna tansiyonê zêde lê daye û berê niha jî 4 caran anjiyo bûye.
Piştî malbatê agahiya jiyana xwe ji dest dayîna Karatay bihîst çû Gîresunê da ku cenaze werbigire. Dê cenazeyê Karatay li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bê veşartin.
Li aliyê din hat zanîn ku danişîna Karatay dê di 17’ê mijdarê de bihata dîtin. Karatay berê jî gelek caran hatibû girtin û serdemek beriya niha jî endamê Meclîsa Şaredariya Bazîdê bûye.