MÊRDÎN – Li Girtîgeha Zarokan a Amedê 5 zarok roja 1’ê Mijdarê ji aliyê gardiyanek ve hatin derbkirin. Hat zanîn ku gardiyan xwestiye ji zarokan F.T. (16) bifetisîne. F.T. yê rapora derbkirinê sitend giliyê sûc kir û girtîgehê jî bûyerê piştrast kir.
Li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê zarokên bi navê Y.T.O, B.N, F.T, R.Y. û O yê paşnavî wî nehat hînbûn ku xwestin roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz bikin ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin. Hat zanîn ku gardiyanek xwestiye ji zarokan F.T. bifetisîne û zarokên din hevalê xwe parastine. Zarokên girtî yên bi xizmên xwe re hevdîtin kirin ragihandin ku ew der barê gardiyanê êrîşkar de giliyê sûc kirine.
'GARDIYAN XWET F.T. BI FETISÎNE’
Yekbûn Y. du roj berê bi birayê xwe R.Y., re hevdîtin pêk anî û got: “Wî min nas nekir. Ewil li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihatin girtin. Girtiyên din nedihiştin tiştek bê serê wan. Mehek berê birayê min û hevalê wî bi hêceta ‘wê xwe baştir hîs bikin’ birin kampûsa girtîgeha nû. Xwestine Roja Kobanê pîroz bikin. Di vê navberê de gardiyan hatiye xwe berizandiye wan û heqaret li wan kiriye. Pişt re êrîşî wan kiriye. Xwestiye ku zarokê bi navê F.T. bifetisîne. Hêj di stûyê F.T., de şopên reş û şînbûnê hene. F.T., ji Wanê sewqî Amedê kirin e. Qirika wî gelek tengijandiye. Zarokên din wî bi zorê ji destê gardiyan rizgar kirin e. Rapora derbê girtin e û li dozgeriyê giliyê sûc kirin e.”
Yekbûn Y. da zanîn ku tevî van hemû tiştan jî hêj gardiyan li heman girtîgehê ye û divê ku ew gardiyan ji kar bê girtin.
MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ BÛYER PIŞTRAST KIR
Me di derbarê mijarê de bi telefonê bi Midûrê Girtîgehê re hevdîtin kir û Midûr tiştên qewimîne piştras kir. Midur got der barê wî karmendî de dê dozger tiştên pêwîst bike û got: “Bêguman giliyê sûc hat kirin. Min bi xwe bi wan re hevdîtin kir. Me daxwaznameya wan gilîkirinê demildest şand. Heke kesek wiha bi nêzîkatiyek wiha takekes nîşan bide jî wê bedela wê bide. Ew zarokên me emanetî me ne. Em di derbarê van mijaran de hestiyar in.”
MA / Ahmet Kanbal