ENQERE – Madeya 5’emîn a astengkirina xebata bijîşkên ji kar hatin avêtin û di lêpirsîna ewlekariyê re derbas bûn, di komîsyonê re derbas bû. Di hevdîtina 11 saetan berdewam kir de, destûr nehat dayîn ku endamên komîsyonê nirxandin bikin.
Madeya 5’emîn a “Pêşnûmeya Qanûnê ya Guhertina hin biryarên KHK’ê yên derbarê tenduristiyê de” di komîsyonê re derbas bû
Madeya 5’emîn a astengkirina xebatkirina bijîşkên bi KHK’an ji kar hatin avêtin û di lêpirsîna ewlekariyê re derbas bûn, di Komîsyona Tenduristiî, Malbat, Xebat û Karê Civakî re derbas bû. Hevdîtinên komîsyonê 11 saetan berdewam kirin.
Di dema hevdîtinê de nîqaş derketin û mûxalîfan made îtîraz kirin. Destûr nehat dayîn ku endamên komîsyonê li ser madeyê nirxandin bikin û piştî dengdayînê made di komîsyonê de hat qebûlkirin. Li ser vê yekê mûxalîfan destên xwe li maseyan xistin û biryara qebûlkirina madeyê şermezar kirin.