* Şêniyên gundê Qereqê, ji ber Zozana Korhanê ya li nêzî wan hatibû "qedexekirin" di biharê de çûbûn zozanên Qersê. Niha şêniyên gund ji zozanên Qersê vedigerin. Gundiyan anî ziman ku ew bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û bertek nîşanî vê rewşê dan.
* Bi sedan jinên bi daxwaza "cîhaneke bêstargeh" hatin cem hev destnîşan kirin ku dem jin li cem hev re bibin, dengê wan bilndtir derdikeve.
* Necmettîn Elîk ku havînan ji darên biyan selikan çêdike, bi vî karî debara malbata xwe dike.
* Fatma Guler a 71 salî ku nexweşîna pençeşêrê ya madeyê lê peyda bûye, ji ber dozeke di der barê wê de cezayê lê hatibû birîn. Piştî cezayê Gulerê hat pesendkirin, hat girtin. Kurê wê Bulent guler, diyar kir ku nexweşîna diya wê giran e û ji bo vê serî li şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê da.
* Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî êrîşên li hemberî Kobanî û Girê Spî tên kirin dan. Mizrakli, diyar kir ku Tirkiye li hêlekê dişewite li hêla din jî gefan dixwe û got: "Tiştên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên."
* Herêma Navdoskiyanê ku bi xwezaya xwe balê dikişîne, wekî bihûştê dixuyê. Lê belê ji ber li derdora herêmê qereqol û noqteyên venêrînê hene, demek e pir kes naçê.
* Karkerên ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Wêranşarê hat kirin ji kar hatin derxistin û mafên wan nehatin dayîn, dozê ku vekirin hîn jî bi dawî nebûne. Karkeran anî ziman ku ew ê di hilbijartinê de hesabê vê yekê bipirsin û gotin: "Qeyûm tenê em mexdûr nekirin, her wiha ruhê vî bajarî jî kuşt."
* Piştî Sînemaya Yilmaz Guney hat rûxandin, li Êlihê vê carê bi navê Kolektîfa Sînemaya Nû sînemayeke alternatîf hat avakirin. Wê kolektîf di navbera 9-11'ê Mijdarê de rojên sînemayê li dar bixe û wê di tevahiya salê de fîlmên alternatîf nîşan bide.
* Komeleya 15'ê Tîrmehê, giliyê Parlementerê SP'ê Cîhangîr Îslam kir. Lê belê ji ber komeleyê hevokên daxwaznameyeke din kopî kirin, tevî Îslam giliyê Parlementerê CHP'î Suha Aldan jî hat kirin.
* Endamê Meclîsa Şaredariya DBP'î ya Silopiyayê Abdulcabbar Tûngût ku çend roj berê mir, hema bêje nêviyê temenê wî di nav siyaseta kurd û rêya azadiyê de derbas bû.
* Danişîna 2'yemîn a Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Malbata Emre Can Demîr ê dema ji Girtîgaha Tîpa L a Antalyayê birin dadgehê jê re hat gotin "Emê te bikujin," dê li Şaxa ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Platforma Jinan a Mêrsînê, li Cemiyeta Rojnamegeran derbarê pêşketinên dawî de dê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12:30)