Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune

img

ENQERE - Hevserokê giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên nelirêtî, dizî, talan, tundî û hîleyan û wiha got: "Rêya me rêya azadî û demokrasîyê ye. Rêya gelan û hemû hevrêyê me ye. Bi qasî misqalekê rêya me ya em bi AKP'ê re bimeşin tune ye." Temelî, anî ziman ku 5 meh ji bo hilbijartinê li pêş wan maye û ew dê bi şev û roj kolan bi kolan, tax bi tax betanên xwe berdewam bikin û dawî li îktîdara tundî, talan, nelirêtî û ceberût bînin. 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezatî Temelî, di civîna Koma HDP'ê de li meclîsê geşedanên di hefteyê de derketin pêş nirxandin. Temelî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên nelirêtiyê, dizî, talan û krîza aborî. Temellî, destnîşan kir ku tundî, binçavkirin û girtina li dijî endam û rêveberên wan berdewam dike û wiha got: "Ji bo dîktaroriya xwe ya siyasi berdewam bike êrîşan berdewam dike. Hevalên me digirin û dixwazin HDP'ê bêdeng bikin. Ji bo vê yekê dixwazin kurdan û tirkan bikin dijminên hev. Ger ku îro hevalên me girtî ne û tên darizandin, encama feraseta rejîma dîktator e. Hengî rayedarên hikûmetê daxuyaniyekê didin dozger dikevin nava liv û tevgerê û dest bi fezlekeyan dikin. Wekî di 94'an de li dijî me êrîş pêk anîn û me serî netewand. Em niha jî serî natewînin. 
 
Temellî, polîtîkayên YOK'ê jî rexne kir û wiha got: "YOK rêzîknameya dîsîplînê ye. Dixwaze ku li gorî xwe feraseta li zanîngehê bi dîsîplîn bike. Îktîdar ji roja hatiye îktîdarê heta niha dibêjin 'Em dê YOK'ê rakin. Lê 16 salin hûn li ser îktîdarê ne hêj we ev dîsîplîna darbeya 12'ê Îlonê ranekiriye. Li şûna hûn YOK'ê rakin, hûn fikra azad û zanistiya azad tehamûl nakin û fikrên azad îxrac dikin. Zanîngeh li aliyekî di bin zextên bazirganan deye, li aliyê din di bin rejîma zordest de ye. 
 
Temellî, helwesta Rektorê Zanîngeha Harranê jî rexne kir û wiha got: "Hûn tev Ramazan Taşalti nas dikin. Rektorê Zanîngeha Harranê ye. Çi dibêje hûn dizanin. Dibêje îtîata li hemberî Serokomar ferze. Bi vê hişmendiyê zanîngehê bi rêve dibe. Tu li Rihayê ye Riha. Tu li bajarê dîroka 12 hezar sal a mirovahiyê ye. Ma tu ji wê dîrokê jî fedî nake. Raste fedî nake. Rektorên ku destdayina jinê wekî destdayina pêta agir dinirşînin jî hene. Li vî welatî rektorên bi vî rengî hene. Piştî ev feraset hat zanîngehan, koletî dest pê kir. Bi taybetî piştî hatina AKP'ê bêtir koletî dest pê kir. Kesên ku zanistiya azad û demokrasiyê diparêzin 7 hezar akademîsyen ji zanîngehê hatin îxrackirin. Îro Zaningeh di milê zanîstiyê de paşverûyek pir kûr derbas dikin."  
 
Temellî bal kişand ser rewş akademîsyenên îxrackirî û wiha dewam kir: "Pasaportan nadin akademîsyenan. Hûn çiqas me ixrac bikin jî em dê xebatên xwe yên zanistî berdewam bikin. Ji ber ku em dizanin em dê dîsa li vê kursiyê vegerin û em dê mafê gelê xwe yê azadî û demokrasiyê biparêzin. Hûn çi dikin bikin, lê ne li bendê bin ku em dest ji têkoşîna xwe berdin.
 
AKADEMÎSYEN JI BER AŞTÎ PARASTIN TÊN DARIZANDIN
 
Di nava akademîsyenên hatin îxrackirin de 404 akademîsyenên aştiyê hene. Çima ji ber ku aştî xwestine û mil dane têkoşîna aştiyê. Hem jî li Dadgeha Cezayên Giran tên darizandin. Gelo ji bo ev akademîsyen neyên darizandin ma pêwiste bêje "Bila dewlet tundiyê li ser welatiyan bimeşîne. Ma pêwiste bêjin bila şer bidome! Na divê ne wisa be. Em dê bi hevre stranên aştiyê bêjin." 
 
Temellî ji bo "Pêşnûmeya qanûna tenduristiyê" jî got: "Niha li meclîsê pêşnûmeya 'Rê li pêş girtina tundiya di qada tenduristiyê de' lê bi vê yekê bêtir mafê xebatkarên tunduristiyê ji destê wan tê girtin. 
 
NE MAFÊ TENDURISTIYÊ YE, MAFÊ BETONÊ YE
 
AKP tu car qala mafê tenduristiyê nake. Qala sektora tenduristiyê dike. Ji bo tenduristiya gel tu razemenî tune. Mînaka herî berbiçav Nexweşxaneyên Bajaran e. Ne mafê tenduristiyê ye. Mafê betonê ye. Kesên mafên tenduristiyê diparêzin nayên tehamulkirin. Hevalên me yên di komîsyonê de hemû mafê tenduristiyê diparêzin. Divê em hemû bi hevre li dijî vê pûşnûmayê bibin asteng û dengê xwe bilind bikin."
 
4'Ê MIJDARÊ NAVEKÎ DIN Ê TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ YE
 
Temellî li ser tundiya li dijî jinan jî rawestiya û wiha pêde çû: "Em her roj rastî tundiya nû tên. Tundiya li dijî hunermend Sila ruyê tundiya ku nayê dîtin e. Me carek din dît ku tundiya nayê dîtin derket holê. Ev îktîdar bi tundiya li dijî jinê hebûna xwe berdewam dike. Ev polîtîka îktidarê ya bincçil kiriye. Her sal 300 jin tên qetilkirin. Yên li dijî vê tundiyê derdikevin ten girtin. 4 mijdar jî navekî din ê tundiya li dijî jinêye. Di 4'ê tundiyê de Fîgen Yuksekdag û Leyla Guven hatin girtin. Tundî didome. Li dijî pitika Arîn a girtî tundî didome." 
 
Temellî bal kişand ser tundiya li girtîgehan li dijî malbatan pêk tê û ev tişt anî ziman: "Tundiya li dijî malbata Acar berdewam dike. Zarokên wan li girtîgehên Tirkiye berdewam dike. Destûr nadin ku dayikên zarokan biçin zarokên xwe girtiyê bibînin. Li Tirkiye 404 girtiyên rewşa wan giran hene. Tundiya li dijî malbata Şenyaşar didome. Ji malbata wan 3 kes hatin kuştin. lê dîsa tundiya li dijî wan berdewam dike." 
 
'TALANA ZEYTÛNAN BERDEWAM DIKE'
 
Temellî îşaret bi topbarankirina li dijî Kobanê û cihên din anî û wiha dewam kir: "Niha êrîşên li dıjî Kobanê didomin. Çima? Navê operasyona li dijî Efrînê kirin "Zeytin Dali". Navê wê operasyonê ne Zeytîn Dali ye. Zeytîn Talanî ye. 50 ton zeytûn anîn. Em dîsa dibêjin Kobanê neket û nakeve. Efrîn ya Efrînîya ye. Dê dîsa Efrînî li Efrînê vegerin." 
 
'RÊYA ME YA BI AKP'Ê RE TUNE' 
 
Temellî di dewama axaftin xwe de got: "Tu rêya me ya em bi AKP'ê re bimeşin tune. Rêya me rêya aştî, demokrasî û azadiyê ye. Rêya me rêya gelan e. Rêya me rêya kesên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane. Bi qasî misqalekê rêya ku em bi AKP'ê re bimeşin tune."  
 
Temellî bal kişand ser 3'yemîn Balafirgeha Stenbolê û wiha got: "Ew ne vîsyon e. Ew dê rê li pêş felaketên mhezin bike. Ew tundiya qada îktîsadê ye. Mafê karkeran tê binpêkirin. 37 karkerên mafên xwe parastin hatin girtin. Ew li ser kedwariya karkeran hatiye avakirin. 
 
HEMÛ RÊBAZÊN NELITÊTIYÊ  DI ŞAREDARIYA DÎLOKÊ DE HENE
 
Temelî bal kişand ser enflasyonê jî got: "Li Tirkiye her ku diçe xizanî zêde dibe. Qîmet winda dike. Îro li Tirkiye ji sedî 67 bi heqê herî kêm kar dike. Gelek jê nikarin bi vî heqî jî kar bikin. Dema em li butçeyê jî dinerin em dibînin. Em dibînin ku hemû butçe daye ser pişta gel. Tu tedbîrên ku rê li pêş têkçûna butçeyê bigirin tune. Tenê ji bo butçeya Erdogan tedbîr girtine. Ji bo Agiriyê 102 hezar TL butçe veqetandine. Nifûsa Agiriyê 500 hezar e. Lê tenê ji bo lêçûna Serokomar a salekê 102 hezar TL butçe qetandine. Tenê butçeya ji bo Serokomar bi qasî ya bajarekî ye.  Li Dîlokê qeyûm tune. Lê bi qasî 10 qeyûman nelirêtî hatiye kirin. Hemû qeyûmên din jî ji vê yekê hêzea xwe digirin. Qeyûma Wanê 150 hezar ruşvetê bi navê bexşîyê dixwaze." 
 
Temellî ji bo cezakirina û îdayên Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya de jî got: "Ji bo Birez Bekîr Kaya gotin nelirêtî kiriye. Bila tenê rûpelekê derxin û bila werin em bi axivin."  
 
'WÊ DI HILBIJARTINÊ DE BERSIVA TECRÎDÊ BÊ DAYÎN' 
 
Temellî di dawiya axaftin xwe de li ser hilbijartina herêmî jî sekinî û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Beriya ku em biçin hilbijartinê komek wali ji kar girtin. Ev amadekariyên hilbijartinê ye. Niha der barê cilşoyê de daxuyaniyên pir zelal dibêje. Dibêje cilşo derketiye ew qasî. Yaw tu Serokomar e an tu berpirsiyarê Cilşo û fraxşoyan e. Ev kampanya zilmê ye. Sedema binçavkirinê kampanya hilbijartinê ye. Em dê di van 5 mehan de li dijî vê kampanyayê bi gelê xwe re kampanya HDP'ê bilind bikin. Ez bawer dikim ku em dê di 31'ê Adarê de bersîvê bidin. Jin, karker û hemû gel dê bersîva tecrîdê, 4'ê mijdarê bidin. Gel dê ji Agiriyê, Cizîrê, Şirnex, Amed û  Antalya û hemû bajarên Tirkiye bersîvê bide îktîdara zilm, tundî û ceberûdê. Dê vê îktidara ceberûd paqij bikin û bavêjin. Em dê di 5 mehan de li her derê şev û roj kar bikin û em dê xebatên xwe berdewam bikin. Em dê kolan bi kolan tax bi tax heta hilbijartinê bi hevre ve xebatên xwe berdewam bikin. Soza me ji hevrêyên me heye." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/11/2018
09:18 Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir
09:17 'Bi fermana midûrê girtîgehê em tên îşkencekirin'
09:16 Partiyên siyasî yên li Mêrsînê ji bo hilbijartinê bal kişandin ser têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2018'AN
08/11/2018
17:54 Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo Komkujiya Enqereyê qebûl kirin
17:04 Gardiyenê xwest zarokê girtî bifetîsîne li ser karê xwe ye
17:03 Mesutoglu dawî li rojiya xwe ya mirinê anî
16:10 Li dijî ‘Rejîma yek zilamî’ dê ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ pêk bên
15:57 Parêzer derketin pêşberî dadger: Divê kesên sûc kirin bên darizandin
14:50 Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir
14:39 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven
14:25 ‘Emê serî netewîn in’
14:24 Nobeda Edaletê di hefteya 78’emîn de dewam kir
14:01 Cenazeyê girtiyê nexweş Karatay hat veşartin
13:58 Doza Komkujiya Gara Enqerê didome: Malbat edaleta rast dixwazin
12:57 Bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kirin’ doz li hunermend Tunç vekirin
11:43 Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hêjayî xelata 'Carl von Ossîetzky' hat dîtin
11:40 Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin
11:39 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 762'yemîn serlêdan kirin
11:25 Asya Bîbî hat berdan
10:54 Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir
10:45 Parêzer Kuzu: Di dozên siyasetmedarên Kurd de biryarên mînak bi cih nayînin
10:31 HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive
10:15 Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin
09:20 Rêya dûbleyî ji bo sûrên Sûrê talûke ye
09:19 'Bêhiqûqîtiya li Şemzînanê bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê didome'
09:18 Emniyetê dosyeya cinayeta Bagdû bi derengî xistiye
09:15 Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin
09:14 Piştî qeyûm hat tayînkirin xaçerê çêkirin
09:14 Hem erzan e, hem jî bi tahm e: Kulîçeya Wanê
09:13 Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2018'AN
07/11/2018
16:36 Başaran: Girtiyê nexweş Karatay li ber çavan mir
16:32 Girtî derneketin hevdîtina vekirî
16:05 Rêveberên DBP’ê ku ji ziyareta girtîgehê vedigeriyan qeza kirin
14:55 Koma HDP’ê xwest nelirêtiya qeyûman bê lêkolînkirin
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye