AMED - Komîsyona Jinan a Şaxê ÎHD'ê yê Amedê ji bo Sîse Bîngol û girtiyên nexweşînên giran civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîmê de, hat diyar kirin ku îşkence û muameya xerab îhlala sûce û divê Sîsê Bingol bê berdan.
Komîsyona Jinan û Komîsyana Girtîgehan ên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo girtiya nexweşîna giran Sîse Bîngol (85) a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê dihat girtin û di 2'yê Mijdarê de ji bo dermankirinê sewqî nexweşxanê hat kirin, li avahiya komeleyê daxuyanî da çepemeniyê. Endama komîsyonê Ezgî Sila Demîr daxuyanî da û bi bîr xist ku nexweşiyên kezeb, dil, mîzdank, astim, tansiyon û gelek nexweşiyên din bi Sîse Bîngol re hene. Demîr diyar kir, gelek ji van nexweşiyan di rapora tenduristiyê de jî cih digirin û hinek ji wan li raporê nehatine nivîsandin. Ezgî Sila Demîr got, "Ji ber ku nexweşiyên wê lê giran kirine, rakirine nexweşxaneyê û li qawîşa mehkûman a li nexweşxaneyê tê hiştin. Rewşa wê ya tenduristiyê giran e."
'ÎŞKENCE Û KIRYARÊN XERAB'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hiştina girtiyên nexweş li girtîgehê û astengkirina tedawiya wan li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tê wateya êşkenceyê û binpêkirina qedexeya li ser kiryarên xerab.
WEZÎFEYÊN DEWLETÊ HATIN BIBÎRXISTIN
ÎHD'ê ev daxwazên xwe ragihand:
"* Pêwîste di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de û li gorî mafên herî însanî de şert û mercên jiyanê yên mehkûman bên sererastkirin; pêşî li şîdet, êşkence/kiryarên xerab û binpêkirina mafê jiyanê were girtin, berpirsyarên binpêkirina mafên mirovan bên darizandin.
* Hemû astengiyên qanûnî û îdarî yên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş bên rakirin, dawî li tedawiya destkelepçekirî, tedawiya li nezaretxaneya leşkerî, tedawiya li jêrzemînan bê anîn.
* Li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî, ji bo girtiyên nexweş guhertinên qanûnî yên zelal bên kirin û astengiyên li pêşiya bicihanîna wan werin rakirin.
* Saziya Tipa Edlî ku mohra xwe datîne binê biryarên ne objektîf û rê li ber derengxistina taloqkirina bicihanîna ceza vedike, tavilê ji dewrê bê derxistin. Divê raporên jia liyê nexweşxaneyên dewletê û nexweşxaneyên zanîngehê ve bên dayin, têrker bên dîtin.
* Hemû girtiyên bi nexweşiyên giran û kujer ku li girtîgehan nikarin bi tena serê xwe bimînin, tavilê werin berdan.
Di dawiya daxuyaniya ÎHD'ê de hate gotin, "Em merhemetê, ûjdan û qenciyê naxwazin. Ji bo Sîse Bîngol û girtiyên nexweş em daxwaza mafê jiyanê dikin."