CENEVRE - Ofîsa Mafê Mirovan UNAMI û OHCHR’ê, li gelek herêmên Iraqê yên di salên 2014-2017’an de dibin kontrola DAIŞ’ê de bûn, ji 200’î zêdetir gorên komî taspît kirin. UNAMI û OHCHR, diyar kirin ku divê ev sûc di dadgehên neteweyî û navneteweyî de bên darizandin û ji bo tespîtkirina nasnameyan banga piştgiriya teknîkî û ekîbên pîspor ji dewleta kirin.
Ofîsa Mafê Mirovan (UNAMI) a Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî û Komîsertiya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), darbarê sûcên DAIŞ’ê yên di salên 2014 û 2017’an de li Iraqê tespît kirin de, raporek weşandin.
‘202 GORÊN KOMÎ TESPÎT KIRIN’
Li gorî raporê, li herêmên bakur û rojavayê bajarên Nînova, Selahaddîn û Anbar ên Iraqê 202 gorên komî hatin tespîtkirin. Di rapora hat weşandin de wiha hat gotin: “Ev hejmar zêdetir. Çend kes div an gorên komî de hene ne diyare. Di qonaxa niha de, li rojavayê Mûsilê, di goreke komî ya biçûk de 8 cenaze hatin tespîtkirin. Li herêma Khasfa ya dikeve rojavayê Mûsilê jî, gorek komî ya mezin a bi hezaran kes hat dîtin. Ji bo tespîtkirina cenazeyan û sûcan pêdivî bi malzeyên tibî yên edlî hene.”
‘JI DARIZADINEKE NAVNETEWEYÎ DELÎLÊN RASTÎN’
Di dewama raporê de wiha hat got: “Delîlên li cihên bûyeran hatin bi dest xistin, li gorî qanûnên navneteweyî delîlên rastîn ên darizandinê ne. Ji bo ku rastî derbikeve holê û edalat pêk were divê gorên komî bên parastin û li van darean kolandinek guncaw û bi tendurist bên kirin. Bi vî awayî divê yek bi yek cenaze bên derxistin, tespîtkirin û bidin malbatên wan.”
‘JI BO WINDAYAN BILA NAVENDEK FEDERAL BÊ AVAKIRIN’
Di berdewamiya raporê de ev tişt hatin gotin: “Divê rewşa malbatên xizmên xwe winda kirin li ber çavan bê girtin û ji bo kesên winda pergalek navendî ya federal bê avakirin.
‘HÎNA JÎ 3 HEZAR Û 117 ÊZİDÎ DI DESTÊN DAIŞ’Ê DENE’
Herêmên ku DAIŞ’ê dagirkirin, Xiristiyan û bi taybetî Êzidî di komkujiyek mezin re derbas kirin. Li dijî wan kompanyayên tundiyê bi rêve birin. DAIŞ’ê li herêmên dibin kontrola xwe de komkujiyên komî pêk anîn, mirov revandin, firotin, tacîz û tecawîz kirin. Dîsan bi komî mirov revandin, işkence li wan kirin û bi darê zorê ji wan xwestin olên xwe biguherin. Jin û zarok kirin kole û ji bo tîcareta seksê bi kar anîn. Di dema amadekirina raporê de Midûriyeta Karê Êzidiyan a Herêma Kurdistanê di agahiyên dan UNAMI û OHCHR’ê de, hîna jî nêzî 3 hezar û 117 Êzidî di destên DAIŞ’ê de dîl girtine. Ji 3 hezar û 117 Êzidiyan hezar 452 jê jin û zarokên keçin, hezar û 665’an zilam û zarokên kur ên biçûkin.
BANG LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ KIRIN
Ji bo tespikirina sûcan, pêdivî bi pisporên çekên kîmyewî, madeyên teqemenî û cihê sûc lêkolîn, bikin heye. Em bang li Dîrektoriya Gorên Komî û raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo tespîtkirina cenazeyan û parçeyên ma yên teslîmî malbatên wan bên kirin, piştgiriya teknîkî, vegûhastin û jêderkê bikin.”
Nûnerê Taybet ê Sekreterya Giştî ya NY ê Iraqê Jan Kubîs û Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan NY Mîchelle Bachelet jî debarê raporê de daxuyaniyek kurt dan û wiha gotin: “Em şahidî ji vê trajedî û êşê re kir. Ji bo diyarkirina şert û cermêrên kesên tê de hatin kuştin, malbatên wan şîna xwe girê bidin û edalet pêk were, ev pêşgavek girînge. Sûcên DAIŞ’ê yên li Iraqê pêk anîn pir mezin û hovane ne, lê travmayên malbatên windayan berdewam dike. Hîna bi hezaran jin, zarok û zilam windane.”
MA / Ruştu Demîrkaya