DÎLOK - Serokê Şaxa Egîtim Sena Dîlokê Alî Ersonmez, biryara “Sonda xwendekaran” a Daîreya 8’emîn a Şûreya Dewletê nirxandin û got: “Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî, her serê sibê ‘Bi Tirkmenbûnê’ dest pê bikin?”
Serokê Şaxa Egîtîm Sena Dîlokê Alî Ersonmez, biryara “Sonda xwendekaran” a Daîreya 8’emîn a Şûreya Dewletê nirxandin û diyar kir ku golo dê xwendekarên Sûriyeyî her serê sibê “Bi Tirkmenbûnê dest bi xwendina xwe bikin?” Ersonmez, anî ziman ku li tevahiya cîhanê tu dewlet sondê bi zarokan nade xwarin û wiha axivî: “Divê zarok bi heskirin, rêzgirtin û hestên jiyana bi hevre bên perwerde kirin. Li Tirkiyeyê gelek mirovên ji çand, nasname û baweriyên cuda hene. Sonda xwendekaran xwedî naverokek tekparêze. Ev sond li ser tekparêzî û Tirkperestiyê hatiye amadekirin. Em naxwazin zarok bi vê sonda tekpariyê bicini dibistanan. Em dixwazin dinava heskirin, rêzdarî, xweşbinî û bi zimanekê çandan dike yek de zarok biçin dibistanan. Di demek wiha de ev ji bo civaka me girîng e. Sonda xwendekaran hebitû rakirin, tu aweteyekê wê tuneye ku paşve bînin.”
‘GELO ZAROKÊN SÛRIYEYÎ DÊ ÇI BÊJIN?’
Ersonmez, da zanîn ku zarokên malbatên Sûriyeyî yên ji ber şerê Sûriyeyê hatin Dîlok diçin dibistanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî, her serê sibê ‘Bi Tirkmenbûnê’ dest bi dibistanê bikin? Rakirina vê pêkanînê biryarek rast bû. Xwendekarên Kurd û Erep dê bêjin ‘ez tirkim.’ Tu wateya vê yekê nîne. Li welat gelek pirsgirêkên perwerdê hene. Li şûna biryara sonda xwendekaran bibînin bila, li ser van pirsgirêkan nîqaş bikin. Divê di çarçoveya pîvanên gerdûnî de, li ser perwerdê nîqaş bên kirin. Mînak biryara DMME heye ku dersên ol ên mecbûrî bên rakirin. Lê kes li ser vê nîqaş nake.”