AMED - Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek polîtîkayên bişaftinê ya li dijî kurdî wekî "pençeşêra civakî" wesifand û ji bo komcivîna ku dê li dar bixin jî got, ew ê tevî nêzî 90 pisporên ziman bên cem hevdu û mijarê nîqaş bikin.
HDP, DBP, Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), PSK, PDK-B, PKD-T, PAK, Partiya Mirov û Azadiyê û Tevgera Azadiyê ji bo polîtîkayên asîmlasiyonê yên li hemberî kurdî hatin cem hev û "Platforma Zimanê Kurdî" ava kirin. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehî û zimanê fermî dê di navbera 10-11'ê Mijdarê de li Amedê komcivînek bê çêkirin û wê platformê di vê civînê de nexşerêya xwe diyar bike. Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek, der barê civîna ku dê çêbikin de axivî.
‘WÊ JI BO SÎNERJIYÊ ZEMÎN BÊ AMADEKIRIN'
Çîftyurek, destnîşan kir ku dê nêzî 90 pirsporên ziman tev li komcivînê bibin û got: "Em ê tev, saziyên siyasî û sivîl, rewşenbîr, hunermend, mele û gelê me ji bo pêşîlêgirtina asîmlasiyaona li hemberî zimanê me kurmancî û kirmanckî komcivînekê çêbikin. Dê di komcivînê de tevî nêzî 90 pisporên ziman bi pêşniyarî û projeyên wadedirêj ên hevpar zemîna sînerjiyê bê amadekirin." Çîftyurek, diyar kir ku ew ê pratîka encamê bi awayekî demildest bidin der.
‘ARMANCA ME YA SEREKE FERMÎBÛYÎNA ZIMAN E'
Çîftyurek, polîtîkayên asîmlasiyonê yên li hemberî kurdî wekî "pençeşêra civakî" wesifand û got, kampanyaya wan feryada gelê kurd tîne ziman. Çîftyurek, diyar kir ku dê komcivîna wan ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê wê stratejiyeke 3 hêlî bişopîne û hêla ewil a stratejiyê ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Çîftyurek got: "Wê di hêla duyemîn de jî hewldanên di warê hikûmet û burokrasiyê de xwe bidin der. Hêla wê ya din jî, dê peymanên ku Tirkiye alîgirê wan e esas bên girtin û em ê mijarê ragihînin rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY)."
Her wiha piştî platform hat avakirin hin alî bi awayê "Partiyên perçeker li hemberî tirkî şer dan destpêkirin" hedef hat girtin. Çîftyurek ji bo vê yekê diyar kir ku, tu pirgirêkeke wan bi zimanê tirkî û gelê tirk re tune ye û tiştên hatin nivîsandin jî ji bo îllegalkirina xebatên wan hatine kirin. Çîftyurek, destnîşan kir ku tiştên hatine gotin derew in û got: "Em dixwazin raya giştî, qada navnetewî û UNESCO hay ji feryada gelê me hebe. Tu eleqeya kampanyaya ziman bi 'qesdkirina hebûna Tirkiyeyê' an jî 'lawazkirina tirkî' re tune ye. Em dixwazin ligel tirkî kurdî jî ji dibistana seretasyî heta zanîngehê zimanê perwerdehî-hînkariyê û zimanê aborî- bazirganiyê be. Ji bilî vê tu armanceke me ya din tune ye. Herkes jî dizane ev wisa ye û Rojnameya Aydinlikê jî dizane wisa ye. Ya hatiye kirin beravajîkirin e, derew e."
MA / Lezgin Akdeniz