RIHA - Gundên ser sînorê Kobaniyê, bertek nîşanî êrîşên TSK'ê yên li dijî Kobaniyê dan û gotin: "Şer bi kêrî tu kesî nayê. Xizmên me li wir in. Em naxwazin tiliya kesî jî xwînî bibe. Erdên me li sînor hene. Em diçin nav erdên xwe, lê em bi tirs diçin. Xizmên me yên li wî aliyê sînor jî ev 4 roj in nikarin biçin nav erdên xwe."
Hêzên Çekdar ên Tirks (TSK), ji 28'ê Cotmehê heta 31'ê Cotmehê bê navber êrîşî gundên Kor Elî, Slêim, Aşme, Zaret û Şêxler ên li rojavayê Kantona Kobaniyê û gundê Yabsê yê Kantona Girê Spî kir. Welatiyên gundên wan nêzî sînorên bertek nîşanî vê yekê dan.
'ARMANCA SEREKE VALAKIRINA GUNDA YE'
Şêniyên gundê Aşme, Goktepe, Zaret, Zêrî û Babahat ên navçeya Bêrecûkê ji ber êrîşan bi endîşe ne. Welatiyan anî ziman ji ber êrîşan ew nikarin ji malê derkevin û 10 roj in ew nikarin biçin nav erdên xwe. Şêniyê gundê Eşmeyê Haci Sever, diyar kir ku demeke dirêj li ser sînor liv û tevger tune bûn, lê belê hefteyeke ew nikarin biçin nav erdên xwe. Sever, diyar kir ku armanca sereke ya van êrîşan, valakirina gunda ye, lê belê ew ê dev ji axa xwe bernedin û xwest demildest dawî li evan êrîşan bê.
Muslîm Şahîn jî, destnîşan kir ku ên li wî aliyê sînor dijîn xizmên wan in û di êrîşên 31'ê Cotmehê de xizmên wan jî birîndar bûne. Şahîn, diyar kir ku roja êrîş pêk hatin xizmên wan ên li wî aliyê sînor zeytûn kom dikirin dev ji komkirina zeytûnan berdane û reviyane û ji wê rojê ve nikarin biçin nav erdên xwe.
'XIZMÊN ME NE'
Şahîn got: "Şer bi kêrî tu kesî nayê. Xizmên me li wir in. Em naxwazin tiliya kesî jî xwînî bibe. Erdên me li sînor hene. Em diçin nav erdên xwe, lê em bi tirs diçin. Her wiha xizmên me yên li wî aliyê sînor jî ev 4 roj in nikarin biçin nav erdên xwe. Em ji vir dibînin. Wê rojê zeytûnên xwe di cî de hiştin û reviyan."
Şahîn, anî ziman ku ji wî aliyê sînor ve tu êrîş çênabin û got: "Pirsgirêk tune bûn. Demeke dirêj bû tu êrîş tune bûn. Bi vî awayî dixwazin gundan vala bikin. Ma kî dixwaze dev ji xaka xwe berde? Di dema pêvajoya çareseriyê de herkes diçû wî aliyî. Çûyîn serbest bû. Lê çi bû piştî çêkirina dîwar bû. Paşê ew wek dijmin îlan kirin. Çav û guhê wan li vî aliyî ye. Ji ber şerê li wir gelek jê hatibûn vî aliyî. Lê piştî ew der hatin paqijkirin vegeriyabûn gundên xwe."