ÎDIR – Li Îdira ku cîranê sê welatan e, esnaf ji ber krîza aborî tengijîne. Esnafan bertek nîşanî daxuyaniyên "krîza tune ye" dan û gotin: "Helbet ji bo alîgiran krîza aborî tune ye. Kî dibêje rewşa aboriyê baş e derewan dike."
Ji ber krîza aborî esnaf heta qirikê di nav deynan de mane. Li Îdirê ku cînarê sê welata ye, esnaf ji ber krîza aborî êdî nikarin tiştekî bikin. Ajovanê texsiyê Mûstafa Karataş got: "Bi rojan e bêyî em serfetihê jî bikin em diçin malê. Min serê sibehê mazot bi 7 lîreyan kirî, lê hîn jî min tu kar nekiriye. Her wiha belaheq û belasebeb jî cezayê trafîkê tên birîn. Heta niha nêzî 10 hezar lîre ceza li min hatiye birîn. Li Îdirê esnaf ji sibehê heta êvarî li ber dikanên xwe rûniştîne. Êdî mirov nikarin debara xwe bikin û bi rastî jî bi navê aboriyê tiştek nemaye."
‘EV ABORÎ JI BO ALÎGIRAN XWEŞ E'
Ajovanê texsiyê hamdî Salman jî ji bo daxuyaniyên "krîza aborî tune ye", got rast e krîza aborî tenê ji bo kesên di qademeyên bilind ên dewletê de ne tune ye, lê belê ji bo gel krîzeke mezin heye. Salman got: "Aborî, tenê ji bo alîgran xweş e lê ji bo gel qet nexweş e. Her tişt hatiye zemkirin û êdî mirov nikarin nan bibin malên xwe. Em destê xwe davêjin çi, ji ber dolar zêde dibe tê zemkirin. Êdî tona komirê jî bûye hezar û 650 lîre. Mirovê bi meaşê kêmtirîn bixebite dê çawa heqê tonek komir bide? Wê mirov bi vî pereyî çawa debara xwe bikin, heqê kirêya xwe bidin û zarokên xwe bidin xwendin? Jixwe nelirêtî serî berdane. Dewlet ji bo alîgirên xwe derfetên kar peyda dike, lê ên ne alîgirên wê ne jî ji kar davêje. Bila êdî mirovan nexin şûna ehmeqan."
‘HER TIŞT DU QAT ZÊDE BÛ'
Necla Kûm jî anî ziman ku cara ewil e ew krîze wisa dibîne û got: "Di van şeratn de debar zehmet bûye. Ez karkerê Îş-Kûrê bûm, lê ji kar hatim derxistin. Êdî jiyana me ne tu jiyan e. Em nikarin debara zarokên xwe bikin. Serdema herî xirab ev serdem e. Cara ewil ku enflasyon evqasî zêde dibe. Dibêjin'krîza aborî tune ye'. her tişt du qat zêde bûye. Îjar ev ne krîza aborî be îjar çî ye?"
Bayindirê ku tomerîfiroşiyê dike, anî ziman ku ew nikare pereyê xwe ji esnafan bistîne û got: "Di warê aborî de pirsgirêkên me pir in. Ez tomerîfiroş im, lê nikarin perê xwe ji esnafan bistînim. Ji ber nikarim, nikarim çek û senedên xwe jî bidim. Esnafên ku ez mal didim wan hemû ji ber krîza aborî nikarin tiştekî bikin. Êdî rewşa tu enafî nebaş e. Her tişt biha bûye. Dawiya mehê ji bo deynan berhev bikim dertêm, lê nikarim berhev bikim. Ne dikarim tehsîlata xwe berhev bikim ne jî dikarim deynê xwe bidim. Îjar ji mecbûrî ji bo deynê xwe bidim diçim bi deyn dolaran distînim. Deynê xwe bi deynan didim."
Esnaf Mehmet Guneş jî got: "rewşa esnafan qet nebaş e. Aborî sekiniye. Her titş biha bûye. Gel nikare debara xwe bike. Li vî welatî êdî em nikarin behsa îstikarara aborî bikin. Ev yek tesîreke neyînî li esnafan dike. Niha rewşa aboriyê qet nebaş e. Êdî gel nikare tiştekî bikire, çimkî pere nemaye. Kî dibêje rewşa aboriyê baş e, derewan dike."
MA / Adnan Bilen