ENQERE - Serokê Konseyê Navendî yê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Sînan Adiyaman, der barê Pêşnûma-qanuna Torbe a "Astengkirina Tundiyê ya di Tenduristiyê de" bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Ev pêşnûma, li Tirkiye di diroka qada tenduristiyê de, zagonên herî li dijî hiqûqê û bêrahn di nava xwe de diparêze. "
Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civaki û Tenduristiyê (SES), li dijî pêşnûma-qanûna Torbe ya "Astengkirina Tundiyê ya di Tenduristiyê de" ku AKP'ê pêşkêşî meclîsê kir, li pêş Avahiya Konseya Navenda TTB'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di daxuyaniyê de Serokê konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adıyaman, Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahim Kara, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, parlamenterên HDP'ê û gelek bijîşkên hatine îxrackirin amade bûn. Di civînê de Seroke Konseya TTB'ê Sinan Adıyaman, bertek nîşanî pêşnûmeyê da û wiha got: "TTB demek dirêj e li dijî tundiya di qada tenduristiyê de têkoşînek mezin dide. Ji bo di qada tenduristiyê de rê li pêş tundiyê bigire gelek çalakî pêk tîne. Li aliyê din ji bo rê li pêş vê zagona ku nabe bersîva tundiyê têdikoşin. Mixabin gelek hempîşeyên me ji ber tundiya di qada tenduristiyê de me ew winda kirin. Lê li gel vê yekê îktîdarê daxwazên me yên rastkirinê nekirin zagon. Ev pêşnûma-qanûn, hiqûqê nas nakin û dûrî hiqûqê ne. Ev dorbeyê zagonan ku 44 xal di navde hene, li Tirkiye di dîroka tenduristiyê de rewqa herî giran a li dijî hiqûqê ye. Bi vê pêşnûmayê dê bi hezaran hekîm bi awayekî neheq û bê hiqûq ji karê xwe dûr bikevin û êdî dê nikaribin karê xwe berdewam bikin. Dîsa daxwaza zagona ku rê li pêş lawazbûna TTB’ê vekin jî di vê torbeyê de heye. Ev pêşnûma ji bo tundiya di tenduristiyê de nabe asteng." Pişti daxuyayinê girseya ku tev li daxuyaniyê bûn li pêş TBB'ê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
WAN
Li Wanê jî endam û rêveberên Odeya Tabîban û SES'ê yên Wan û Colemêrgê bi heman armancê li pêş Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê çalakî pêk anîn. Endam û rêveberên Odeya Tabîban û SES'ê di çalakiyê de pankarta “Edî Bes e, Yeter Artık” vekirin u bertekên xwe anîn ziman. Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Ozgur Deniz Deger, anî ziman ku xala 24’an li dijî pêşniyara wan a TTB'ê ye. Deger, anî ziman ku ev guhertin li dijî wicdan e û hewldanek keyfî ye.