DÎLOK - Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Prof. Dr. Mahmut Togrul, diyar kir ku Şaredariya Dîlokê li dijî qanûnan tev geriya ye û nelirêtî tev li îhaleyan kiriye. Togrul, xwest Meclîs komîsyona lêkolînê ava bike û xwest Cîgirê Serokomar bibersivîne pirsa "Şaredarê Dîlokê ya AKP'î 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl li ku xerç kir?" bibersivîne.
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê û Amîrê Îdarî yê Meclîsa Tirkiyeyê Prof. Dr. Mahmut Togrul, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê li diji qanûnan ketiye îhaleyan û di îhaleyan de nelirêtî kiriye. Togrul, da zanin ku Şaredariyê li dijî qanûnan deyn kiriye ev yek di rapora Îdareyên girêdayî Dîwana Muhasabatê de jî heye. Togrul, ji bo hemû nelirêtiya li şaredariya Dîlokê bê tespîtkirin û der barê wê de lêpirsîn bê vekirin xwest li Meclisa Tirkiyeyê Komisyona Lêkolînê bê avakirin. Togrul, ji bo bersivandinê ji Cîgirê Serokomar Fuat Oktay pirsên der barê lêçûn, deyn û neliretiyê pirsîn. Togrul, anî ziman ku li gorî rapora Dîwana Muhasebatê deynê Şaredariya Dîlokê derketiye asta herî jor. Li gorî raporê deynê Şaredariyê heta dawiya 2017'an 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl ye û ev pirs pirsîn: "Hûn difikirin ku aqûbeta 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl daxuyaniyê bidin. Ev pere li ku xerç kirine? Hûn difikirin ku der barê nelirêtî û bê qanûna Şaredariya Dîlokê de lêpirsînê vekin? Der barê rêveberiya Şaredariyê de tu gavên hiqûqê wê bên destpêkirin ya na? Ji bo ronîkirina xerçkirina vî pereyî hûn dê çi bikin?
Li gel ku tu nelirêtî û bê hiqûqiya şaredariyên HDP'ê tune bû jî we qeyûm tayîn kir. Hûn çima ji ber van nelirêtî û bê qanûniya Şaredariya AKP'ê qeyûm tayîn nakin. Hûn ji bo şaredariyê çi difikirin?
Ev îhaleyên projeyan dane kê? 502 kargerî bê îhale hatine kirêkirin. Ev ji bo kê kirê kirine çima?"
...