AMED - Maşina ku ekîba Rûdawê lê suyar bûbû, li navçeya Qozlik a Êlihê qeza kir. Di qezayê de Nûnerê Herêma Amedê Maşallah Dekak, Kamerakêş Şakîr Uygar û ajokarê maşînê Cîhan Demîrkran birîndar bûn.
Ekîbê Rûdavê yên Amedê dema ji bo li ser sinorê Îranê ambargoya DYA ya li ser Îranê bişopînin ji Amedê berê xwe dan Wanê, di navbera Êlih û Sêrtê de qeza kirin. Ekîba Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji peymanêr Maşalah Dekak, kamêravan Şakir Uygar û ajotvanê Cîhan Demîrkiran pêk dihat, di qezayê de birîndar bûn. 3 birîndar ewil rakirin nexweşxaneya Hezo ya Êlihê. Piştre sewqi Nexweşxaneya Giştî yê Êlihê kirin.