ENQERE - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag ku girtî tê darizandin, li Enqere berdewam kir. Heyeta dadgehê bi sedema "Şika sûc a bi hêz" heye dîsa berdewamiya girtina Yuksekdag xwest û ew berneda.
8'emîn danişîna doza Hevseroka Gişti ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Figen Yuksekdag li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Danişîn li salona Kampusa Girtîgeha Sincanê pêk hat. Fîgen Yuksekdag mezaret nîşan da û tev li danişînê nebû. Heyeta dadgehê bi sedema der bare Yuksekdag de "Şika sûcê bi hêz" heye berdewama girtina Yuksekdag xwest ew dîsa berneda. Heyetê danişina dozê taloqî 16'ê Çileya 2019'an kir.