*Welatî Mehmet Nûrî Bozkurt ê xwest li ser rêya bejayî ya Wan-Qelqeliyê îstasyona mazot û LPG'ê bistîne ket nava tora bertîl û nelirêtiya Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Bozkurt ê ruhsat ji şaredariyê xwest li ser navê "Bexşîşa Vansiporê" 150 hezar tl bertîl xwest. Bozkurt, hemû axaftin qeydî telefonê kir. Bozkurt, anî ziman ku di hevdîtinê de gotine "Ev fermana Walî Beg e. Tu dê 150 hezar tl bide."
* Parêzer Muharrem Erbey, çîroka Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çarling hat kuştin nivîsand. Erbey bi navê "Çîroka Tahîr Elçî" pirtûk çap kir û dê di Fuara Pirtukan a 10'ê Mijdarê de li Stenbolê bigêje ber destê xwînerên xwe.
* Seroka ÎTO Dr. Pinar Saip, bal kişand zer pêşnûmeya ku li meclîsê tê niqaşkirin û wiha got: "Pêşnûmeya Qanûnê ya Di Tenduristiyê de Tundî" ku wekî "Pêşnûmeya Qanûna Tundiyê ya Nû" anîn pêşberî me, tu daxwaz û pirsgirêkan çareser nake. Ji ber vê yekê tu wateya vê pêşnûmeyê tune ye.
* Serokê Komeleya Oldaran a Mêrdînê Fahrî Dogan, ji ber muftiyê Mahsertê Muhammet Likoglu tayînî şûna muxtar kirin bertek nîşan dan û got: "Ev şerm e. Ma tayînkirina qeyûmê beriya emrê xwedê tê?"