MÊRDÎN – Girtî Şerîf Mesutoglu yê ji doza kuştina Qeyûm Muhammed Fatîh Safîturk girtî tê darizandin û ketiye rojiya mirinê, piştî rewşa wî xerab bû, rakirin nexweşxşaneyê.
Girtî Şerîf Mesutoglu yê ji kuştina Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk berpirsiyar tê darizandin û 2 caran rastî cezayê muebetê lê birîn, bi armanca cezayê lê hatiye birîn şermezar bike ketibû rojiya mirinê. Mesutoglu ku li Girtîgeha Sîwerega Rihayê dimîne û di 23’yê Cotmehê de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû rewşa wî xerab bû. Piştî rewşa Mesutoglu giran bû rakirin nexweşxaneya Dewlete ya Sîweregê. Malbata Mesutoglu, dê sibê ji navçeya Dêrikê biçin Sîweregê û der barê kurê xwe de agahî bistînin.