NAVENDA NÛÇEYAN - Şîrketa Lêkolînê ya Mediarê li ser hilbijîrê AKP'î lêkolîn kir û diyar kir ku ji hilbijêrên di 24'ê Hezirana 2018'an de dengê xwe dan AKP’ê ji sedî 17.88 dengê xwe carek din nadin AKP’ê.
Şîrketa Lêkolînê ya Mediarê li ser hilbijêrê AKP'ê anketek amade kir. Şîrketê beriya hilbijartina herêmî encama anketê bi raya giştî re parve kir. Li gorî nûçeya Rojnameya Sozcu, ji sedî 77.86'ê civaka Tirkiye bawer dikin ku Tirkiye di nava krîza aborî de dijî. Şîrketê encama anketê parve kir û da zanîn ku li gorî anketê ji sedî 57.89 welatî bawer dikin ku Tirkiye ji ber polîtîkayên şaş ketiye nava krîza aborî. Dîsa ji hilbijêrên ku di 24'ê Hezîrana 2018'an Hilbijartina Gişti de dengê xwe dane AKP'ê ji sedî 17.88ê hilbijêran carek din dengê xwe nadin AKP'ê.
Li gorî encama anketê jî ji sedî 13.13 hilbijêrên CHP'ê dê têkevin nava lêgerînek nû. Hilbijêrên ku herî zêde girêdayî partiya xwe jî di nava Partiya ÎYÎ de ji sedî 87.30, di nava CHP'ê de ji sedî 86.87, di nava HDP'ê de ji sedî 86.41, MHP ji sedî 82.47 û AKP ji sedî 82.12 ne.
Li gorî pirsa ger ku hefteya bê li Stenbolê hilibjartin pêk bê hûn dê dengê xwe bidin kijan partiyê? ji sedî 35.46 gotin AKP, ji sedî 25.26 gotin CHP, ji sedî 10.49 gotin HDP û ji sedî 7.87 jî gotin MHP, ji sedî 7.53 jî gotin İYİ parti.