EDÎRNE / KOCAELÎ - Walîtiyê destûr nedan ku wekilên HDP'ê li pêş girtîgehên Edirne û Kandirayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Wekilên HDP'ê li Edîrneyê derb kirin. Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, diyar kir ku carek din aşkere dikin ku dê tu car HDP gavan paşve navêje.
Rêxistina HDP'ê bi tevlêbûna rêveber û wekilên HDP'ê li pêş Girtîgehên ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag girtî ne daxuyani dan çapemeniyê. Wekîl û rêveberên ku xwestin li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrne ku Demîrtaş girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Jinan a Kandirayê Yuksekdag girtî ye, xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Wekilên HDP'ê Zulayha Gulum, Tuma Çelîk û Zeynel Ozen û Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, beriya ku bigêjin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê di ketina qesrê de ij aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan diyar kirin ku walîtiya Edîrneyê daxuyanî asteng kiriye û dê bi tu awayî destûr nedin ku daxuyaniyê bidin. Wekîlan jî bi gotina "Em wekilên gel in û tu aliyê hiqûqî yê vê biryarê tune. Em li ku bixwazin em dikarin li wir daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Hûn nikarin bi van rêbazên li dijî hiqûq û qannan me asteng bikin. Lê polîsan bi zorê wekil û endamên çapebeniyê ji herêmê dûr xistin. Polisan li dijî Wekîlên HDP'ê Gulum, Ozen û Çelik û Serokê TİP'ê Baş tundî bikar anî mudaxaleya fîzîkî pêk anî. Her çend dawî destûr dan ku daxuyaniyê bidin jî destûr nedan ku endamên çapemeniyê daxuyaniyê bişopînin.
'EV TÊKOŞÎN DÊ BI SER BIKEVE'
Parlamenterê HDP'ê Tuma Çelik di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da û wiha got: "Ev êrîşên ku dixwazin me bêdeng bikin bêtir hêz û dengê me bilind dike. Em sozê didin hevalên xwe yên zindanê û hemû gelê xwe. Teqez ev têkoşîn dê bi ser bikeve. Ev kesê ku bi zorê Tirkiye bi rêve dibe teqez dê hesab bide gelê Tirkiyeyê."
Serokê Giştî yê TİP'ê Erkan Baş jî anî ziman ku li vir darbeya 4'e mijdarê pêk hat û wiha got: "Tu aliyê vê darbeyê yên sincî tune ye. Di 2'emîn salvegera darbeya siyasî de wekî li ber hemû girtîgehan me xwest li vir jî nîşan bidin ku em li cem hevalên xwe yên girtî ne. Tişta ku îro em li vir jiyan bi serê xwe darbesa siyasî ya 4'ê mijdarê ye. Hem daxuyanî li wekîlan qedexe kirin û hem jî wekîl derb kirin. Çi dikin bila bikin dê li Tirkiye têkoşîna aştî, demokrasî û biratiyê bi ser bikeve. Li Tirkiye mirovên li ber xwe didin rastî gelek êrîş û astengiyên bi vî rengî hatin. Lê dirok bi têkoşîna berxwedêran hatiye nivîsandin. Darbeya 2 sal berê li dijî siyasetmedaran pêk anîn bi ser nakeve. Li dijî vê yekê daxwaza jiyana hevpar bêtir pêş ket.
LI KANDIRA JÎ ASTENG KIRIN
Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û Omer Faruk Gergerlioglu jî li Kocaeliyê xwestin li pêş Girtîgeha Tîpa F a Kandıra ku Fîgen Yuksekdag lê girtî ye daxuyaniyê bidin. Daxwaza wekîlan ku ji bo bi wekilên girtî re hevdîtin bike serî li Wezareta Dadê dabûn hat redkirin. Wekîlên ku xwestin bi midûdiyeta girtîgehê re hevdîtin bikin, ji aliyê fermandariya cendirmeyan ve hat astengkirin. Wezareta Dadê jî bi sedema "Ewlehiyê" daxwaza wekîlan red kir.
ŞERTÊ 5 KİLOMETRE DÛR ANÎN
Walîtiya Kocaelî ji şertê ku 5 kilometre dûrî Girtîgeha Kandirayê daxuyaniyê bidin anîn pêşiya wekîlan. Li ser vê yekê wekîlên HDP'ê 5 kîlometre dûrî pankarta ku wêneyên wekîlên girtî ya "Hûn dikarin dîl bigirin, lê hûn nikarin teslîm bigirin" vekirin û daxuyanî dan.
YUKSEKDAG: ERK YA ME Û YA WE YE
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag peyam şand. Endama Meclîsa HDP'ê Asiye Kolçak peyama Yuksekdag xwend. Yuksekdag di peyama xwe de wiha got: “HDP 2 salin li gel hemû êrîş û tundiyan bûye sembola berxewdana li dijî zilm û zordariyê. Ji niha û şûnde disa bi heman hêvî, bawerî û biryarê emê têkoşîna xwe berdewam bikin."
Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan jî diyar kir ku di serdema OHAL'ê de jî heman şert hatibû dayîn û niha jî welî heman şertî datîne pêşiya wan û wiha got: "Piştî HDP’ê ji hemû rêxistinen bajaran re giştîname şand walîtiyên bajaran astengî danî pêş daxuyaniyan. Walî êdî bûye wekî reveberê AKP’ê u tev digere. Em vê helwestê şermezar dikin. Ev raste rast binpêkirina mafan e. Li dijî Qanûna Bingehîn e. Bi van astengiyan dixwaze siyaseta kurdan û siyaseta demokratîk asteng bike û ji nava siyaseta giştî dûr bixe. Ev ne cara yekem e Kurd rastî vê komkujiya siyasî tên. Di sala 1994’an de jî ev pêk hat. Wê demê jî wekilên DEP’ê ji ber demokrasî xwestin ji meclîsê hatin dûrxistin. Bi salan hatin girtin. Di sala 2009'an de jî li dijî siyasetmedarên kurd operasyona siyasi pêk hat. Niha jî heman tişt heye. Niha 9 wekîlen me girtî ne."
JIN TÊ ÇALAK TÊBIKOŞIN
Kurtulan, anî ziman ku ev rêbaz ne çareserî ye û wiha berdewam kir: "Di pêvajoya DEP'ê de yên ku nedixwestin pirsgirêka kurd çarareser bibe. Êdî her kes dibîne ku têkoşina Demokrasiyê mezin dibe. Êdî jin bi nasname û vîna xwe di nava siyasetê de cih digirin u siyasetê ji destê mêr derdixin. Tevî hemû astengiyan jin bi awayekî çalak di nava siyasetê de têkoşîna xwe berdewam dikin."