NAVENDA NÛÇEYAN - Kolberekî ku li Şêx Sela ya navçeya Salas a Kirmanşanê ji hêla hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da.
Hêzên rejîma Îranê duh li Şêx Sela ya navçeya Salas a Kirmanşanê êrîşê kolberan kirin û di êrîşê de kolberê binavê Borumend Behramî jiyana xwe ji dest dabû û 2 kolber jî birîndar bûbûn. Du kolberên birîndar Erkan Behramî û Hoşyar Nemamî rakirin Nexweşxaneya Ezgele. Hoşyar Nemamî yê bi giranî birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da û dermankirina Erkan Behramî ya li nexweşxanê berdewam dike.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, rejîma Îranê di meha Cotmehê de 6 kolber kuştin û 14 kolber jî birîndar kirin