NAVENDA NÛÇEYAN - Li nêzî gundê Mehmûd Ezîz ê Xaneqînê di dema derbasbûna qemyonekê de teqîn pêk hat. Piştî teqînê çeteyên DAıŞ'ê êrîş bir ser ceperek polîsan. Di bûyerê de polîsek mir û yek jî birîndar bû.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, şevê din li gundê Mehmûd Ezîz ê Xaneqînê di dema derbasbûna qemyonekê de teqîn pêk hat. Di teqînê de ajotkarê qemyonê birîndar bû û piştî teqînê çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birine li ser sengerên polîsan.
Piştî êrîşê di navbera çete û polîsên Iraqê de şer derket û di vî şerî de polîsekê jiyana xwe ji dest da û polîsekî payebilind jî birîndar bû.