ŞIRNEX - Hat îdîakirin ku cerdevan Resûl Bahadir ê li herêma Çiyayê Kato yê Elkê nobet digirt ê ji aliyê çawişê pisporê ve bi “şaştî” hat birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da.
Hat îdîa kirin ku li baregeheke leşkerî ya Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê, çawişek pisporek cerdevanê binavê Resûl Bahadir ê di kozikek din de nobet digirt bi “Şika ku endamê rêxistinê ye” gule lê reşand û birindar kir. Hat gotin ku di bûyera şevê din pêk hat de, Bahadirê bi giranî birîndar bû, piştî demek kin jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.