STENBOL - Nivîskar Fatma Bostan Unsal diyar kir ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de MHP li hin herêman di tifaqa Cumhur de rêjeya dengan a AKP'ê dixe zorê û wiha got: "Bi taybetî em dibînin ku li bajarê wekî Stenbolê îtîfaq xera bûye. Ji ber vê yekê AKP çareseriyê di destavêtina dengên HDP'ê de dibîne."
Nivîskar û endama sazumankar a AKP'ê Fatma Bostan Unsal ku demekê alîkara Serokê Giştî yê AKP'ê bû piştre ji AKP'ê qetiya, der barê îtîfaqa Cumhur a AKP-MHP'ê ku di referanduma 16'ê Nîsanê û Hilbijartina 24'ê Hezîranê de bûn yek û hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Unsal, bal kişand ser îtîfaqa AKP-MHP'ê ya hilbijartina 24'e Hezîranê ya ji bo Serokomar ji nûve bê ser kar û wiha got: "Ji bo Erodgan bibe serokomar, herdu alî jî bi feraseta Qezenç bike qezenç bike bû. Hem ji bo Erdogan bibe Serokomar û hem ji ji bo MHP bendê derbas bike ji bo herdu aliyan jî kar bû. Hem bijartina Erdogan a Serokomariyê û hem jî ji bo MHP bendê derbas bike girîng bû."
'ARMANCA AKP'Ê HILBIJÊRÊN HDP'Ê YE'
Unsal, da zanîn ku ev îtîfaq di rêveberiyên herêmî de ji bo AKP û MHP'ê ne bi qasî hilbijartina 24'ê Hezîranê girîng e û wiha got: “Li şûna serkeftinê zêdetir, bi taybetî li ser bingeha hilbijerên heremê radiwestin. MHP difikire ku ji ber siyasetmedarên AKP'ê şaredariyê ku karibe bi dest bixe jî dikeve zorê û ji ber vê yekê dixwaze bi tena serê xwe li van bajaran têkeve hilbijartinê. Ji xwe Serokê MHP'ê Bahçelî got 'Em dê li Stenbol û Enqere ku ji bo AKP'ê gelek girîng e namzet nîşan nedin. Li Aliyê din bajarê Stenbolê ku ji bo AKP'ê bajarekî girîng e û HDP partiya sêyemîn e, dixwaze dest ji MHP'ê berde û dest bavêje hilbijêrên HDP'ê. Ger ku di vê pêvajoyê de îtîfaqa MHP-AKP'ê bidome, rê rîska wan zêde bike."
Unsal, da zanîn ku herdu partî bi hevre di nava reqabetê de ne û MHP dixwaze li hin herêma piştgiriya AKP'ê kêm bike û ev yek îtîfaqê dixe nava zorê. Unsal, da zanîn ku MHP'ê ji bo berjewendiyên AKP'ê li bajarê mezin 'fedekarî' kiriye û pir xwezayî ye ku MHP dîsa van şaredariyan bixwaze. Unsal. da zanîn ku bawer nake ku Serokê MHP'ê ji vê saetê û şûnde bêtir fedekariyê bike û wiha got: "Li bajarên ku şaredarî di destê MHP'ê de ye jî li herêmê piştgiriya hilbijêrên AKP'ê zêde ye. Li Manîsa ku şardedariya MHP’ê ye, rêjeya hilbijêrên AKP'ê ya 24'ê Hezîranê ji sedî 40 e. Lê dengê hilbijêrên MHP’ê ji sedî 11.5 ye. Li Edeneyê jî heman talbo xuya dike.
Unsal, bal kişand ser krîza heyî u wiha got: "Ji sedî 70'yê gel dikeve bin bandora krîza aborî. Ji ber vê yekê berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê partiyên muxalif. Di demên dawi de hilbijêrên AKP û MHP'ê jî ketine bin vê krîzê. Ji bo civakek azad û mureffeh divê hemû partiyên muxalif bi hevre bixebitin û hemû hilbijêr û bingehêi îkna bikin. Ger ku partiyên muxalif bingeha partiyên din îkna bike dê piştgiriyek mezin bi dest bixin.
MA / Necla Demir