WAN - Li Wanê bi hatina zivistanê re, liv û tevgera li bêhnfiroşan zêde bû. Salîh Dedeoglû yê ku 30 sal in vî karî dike got mirov zêdetir giyagewrik, zencefîl, axlemûr û darçînê dikirin.
Li Wanê demsala zivistanê dest pê kir. Welatiyên dixwazin xwe ji sermayê biparêzin, berê xwe didin bêhnfiroşan. Salîh Dedeoglû ku 30 sal in vî karî dike, anî ziman ku îsal piyase nebaş e, lê belê bi hatina zivistanê re hinekî liv û tevger çêbûye. Dedeoglû anî ziman ku bi hatina zivistanê re bi taybetî eleqeya ji bo giyagewrik, zencefîl, axlemûr û darçînê zêde bûye.
Dedeoglû, diyar kir ku nebatên ku ew difiroşin tesîreke neyînî li mirovan nakin û loma welatî bêtir nebatan tercîh dikin. Dedeoglû got: "Em evan giyayan ji derdorê kom dikin. Her wiha giyayên ji herêma Akdenîz û Egeyê jî hene. Ev hemû xwezayî ne, li derdorên bejahiyî şîn tên. Ji ber ji bajaran û pîşesaziyê dûr in, berên ku ew tînin hemû baş in û xwezayî ne."
Dedeoglû, destnîşan kir ku berên xwezayî ji bo tenduristiyê baştir in.