STENBOL – Li Taxa Gaziyê polîsan gule li wesaîtekê rewşandibû. Di gulebarankirina polîsan de 2 ciwan miribûn û 3 ciwan jî birîndar bibûn. Ji ciwanên birîndar bûn, rapora Saziya Tibê ya Edlî (ATK) ya Ramazan Alturk hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku birîna Alturk "jiyana wî dixe xetereyê". Li gorî raporê dibe ku polîs bi "kuştina qesdî" bên tawanbarkirin.
Di 14'ê Nîsanê de êvarî polîsan li Taxa Gaziyê ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê wesayîtek gulebaran kir. Di gulebarankirina polîsan de Bariş Kerem (17) û Ogûzhan Erkûl (17) mirin, Demîrhan Erkûl, Bîrkan Yuksel û Ramazan Alturk jî birîndaar bûn. Der barê bûyerê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Stenbolê doz hat vekirin.
Saziya Tibê ya Edlî (ATK), der barê Ramazan Alturk de rapor amade kir û dibe ku ev rapora hat amadekirin seyra darizandinê biguherîne.
Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Setnbolê der barê 4 polîsan amade kir de, dozgeriyê bi tawanbariya "bi awayekî qisûrdar hewldana kuştina gelek kesan" xwest heta 15 salan ceza li polîsan bê birîn. Lê belê di îdianameyê de polîsan derpêş kir ku wan ji bo kuştinê bernedaye, tenê hikmê qanûnê bi cih anîne û xwestin li gorî Madeya 24/1 a TCK'ê bên darizandin. Ev madde dibêje; "Ên hikmê qanûnê bi cih bînin nayên cezakirin."
Lê belê di rapora Desteya Îhtîsasê ya 2'yemîn a Serokatiya ATK'ê ya der barê Alturk de di 20'ê Hezîrana 2018'an de hat amadekirin, bereskê rapora ATK'a Gazîosmanpaşayê ya di 1'ê Mijdara 2017'an de hat amadekirin, hin tiştan dibêje. ATK'a Gazîosmanpaşayê di raporêd e gotibû; "birîna wî ji bo jiyana wî ne xetereye." Lê belê ya ku Desteya Îhtîsasê ya 2'yemîn amade kir jî dibêje; "birîna wî ji bo jiyana wî xetere ye."
Li gorî vê raporê dibe ku polîsên berê bi "qisûrdariyê" dihatin darizandin, bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" bên darizandin.
Parêzera dozê Meral Hanbayat got: "Dema mirov li berdanê û têketin-derketinê dinere, hemû ji bo kuştinê bûne. Pir aşkere ye ku rapora ewil bi awayekî sûkî hatiye amadekirin. Lê belê bi rapora dawî derket holê ku ji bo kuştinê hedef hatine girtin û birîn ji bo jiyanî wî xetere ye."