MÊRSÎN - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Akdenîza Mêrsînê Saîd Pilsin, diyar kir ku qeyûm ne tenê vîna gel xesp kir, jiyana gel jî herimand. Pılsın got ku qeyûm du sal e Şaredariya Akdenizê xesp kiriye û tu gel nikare tu xebatê bike.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Akdenîza Mêrsînê Saîd Pilsin, bal kişand ser pêkanînên qeyûmê Akdenîza Mêrsînê û eşkere kir ku xesp kirina vîna gel ne besî wan bû, jiyan jî li gelê navçeyê herimandin. Pılsında zanîn ku qeyûm xebatên dike jî ji bo berjewendiyên xwe dike û ev wiha axivî: “Qaşo ev qada em lêwekî park têxebitandin, lê mixabin wekî sergo ye. Ji qirêjiyê tu nikarî piyê xwe bavê jî. Qaşo ji bo qada lîstika zarokan hatiye amade kirin, lê ji ber qirêjiyê zarok jî nikarin li vir bileyzin û ev qirêjî bandoreke xirab li ser tenduristiya wan dike.”
GEL JI QEYÛM ACIZ E
Pilsin eşkere kir ku ji ber pêkanînên qeyûm gelê navçeyê gelek tengezar e û ji kirinên qeyûm gelek aciz e. Pilsin got ji ber ku sergo nayê kom kirin, gemara li taxê gel tengezar kiriye û wiha pê deçû: “Kêzînên ava qirêj ji ber ku 40-50 santîman dibinê erdê de ne, dema maşînên welatiyan derbas dibin zirarên mezin dibînin.Qeyûm bi tevahî berê xwe ji navçeya Akdenîzê guhertiye.”
Pilsin ew di sedsala 21’emîn de dijîn, hêj bi van pêkanînan re rû bi rû ne, lê gelê wan ne layîqê van pêkanînan e. Pilsin derbirî ku gelê Akdenîzê gelekî bêsebire, 31’ê Adarê biben dikişîne û wiha axivî: “Emê bi gelê Akdenîzê re vîna ku hatiye desteserkirin, careke din bistînin.”
‘DÊ HETA DAWIYÊ WIHA NEÇE’
Pilsin bilêv kir ku dema dibêjin şaredarî, saziya dixizmeta gel de tê bîra mirov û ev axaftin kir: “Ew kesên vîna gel xesp kirin, tenê berjewendiyên xwe difikirin. Lê ev nayê wê maneyê de heta dawiyê wisan biçe. Emê careke din vîna ku hatiye xesp kirin bi dest bixin û me berê çawa xebatên xwe me şandibûn, emê carek din bi gele xwe re xwedî li kar û xebatên xwe derkevin.”
TENDURISTIYA GEL NE DI XEMA WAN DE YE
Pilsin bi bîr xist ku di 31’ê Adarê de hilbijartina herêmî heye, heta niha ji derveyê gilî û gazinên der barê qeyûm de tu tişt ji gel ne bihîstine û wiha pê de çû: “Tu pirsgirêkên gel nehatine çareser kirin. Ne diwarê paqijkirina sikakan de, ne jî di ew kêzînên ku ava gemarlê kom dibe, nehatine çareser kirin. Ev jî bandoreke xirab li tenuristiya gel û bitaybetî zarokan dike.”
DIXWAZIN GEL BIXAPÎNIN
Pilsin anî ziman kuYenî Mahalleyê yek jî taxên herî zêde kurd lê dijîn a Akdenîzê ye, li vê taxê esnaf, karsaz lê dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe:“Li vê taxê ji bo çavê gel boyax bikin hin xebat hatine kirin. Lê li taxên wekî Guneş, Çîlek û Yenî Halê tiştek wilo tune. Gelek cudahî û ferq heye. Ji ber ku ev taxa hinekî li ber çavan e, heve kî girîngî didin park û kuçeyan. Ev jî nayê qebûl kirin. Ji bo gel bixapînin hin xebatan dikin. Ka li vê parkê mê ze bikin, diviya bû li vir pêleystokên zarokan hebûna, ev der paqij bû ya ku zarokên me bi dil rihetî bihatana li vir bileystana.Lê îro di rewşek perişan de ye.”
Pilsin herî dawî bang li gelê navçeyê kir ku piştgiriyê bidin xebatên HDP’ê, xwedî li vîna xwe derkevin û ji bo xebatên 31’ê Adarê bike vin tevgerê.