* Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Şerîf Demîr, destnîşan kir ku pêşniyara qanûnê ya ku AKP'ê berpêşî Meclîsê kiriye ne ji bo astengkirina şideta di tenduristiyê de ye û got: "Bijîşkên tên îxrackirin an jî yên lêpirsîna ewlehiyê derbas nakin, bi tu awayî nikarin li deverên peymana wan bi SGK'ê re tune ye bixebitin. Dê ji ber vê bi hezaran bijîşk betal bimînin."
* Li Taxa Gaziyê polîsan gule li wesaîtekê rewşandibû. Di gulebarankirina polîsan de 2 ciwan miribûn û 3 ciwan jî birîndar bibûn. Ji ciwanên birîndar bûn, rapora Saziya Tibê ya Edlî (ATK) ya Ramazan Alturk hat amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku birîna Alturk "jiyana wî dixe xetereyê". Li gorî raporê dibe ku polîs bi "kuştina qesdî" bên tawanbarkirin.
* Parêzer Reyhan Yalçindag, destnîşan kir ku siyasetmedarên kurd ji ber kiryarên ku di qanûnê de ne sûc in girtî ne. Yalçindag, got wan ji bo hevserokên giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û 7 parlementerên girtî serî li DMME'yê daye û wê di demeke nêz de der barê serlêdana wan de biryar bê dayîn.
* Fîlmê kurt "Gerçek" ku behsa rojnamevanên li pêyî rastiyê ne û tiştên bi wan re rû bi rû dimînin dike, hat pêşandan. Derhênerê fîlm Oktay Aslan got: "Ew lehengên nepen ên vî welatî ne."
* Rojnameger Huseyîn Aykol ê 63 doz derbarê wî de hatine vekirin û îhtîmala bê girtin heye, diyar kir ku nûçeyên wan weşandine, dadger jî nikarin bêjin “derewin” û got: “Em dizanîn kar û xebata me rast û meşrûye. Ji ber vê em ê tu carî ji cihê xwe neçin cihek din.”
* Li Wanê bi hatina zivistanê re, liv û tevgera li bêhnfiroşan zêde bû. Salîh Dedeoglû yê ku 30 sal in vî karî dike got mirov zêdetir giyagewrik, zencefîl, axlemûr û darçînê dikirin.
* Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, operasyona 4'ê Mijdarê ya li hemberî HDP'ê şiband polîtîkayên çewisandinê yên demên dawî yên Osmaniyan û got: "Me di 24'ê Hezîranê de dît, nikare muxalefeta demokratîk tasfiye bike. Wê ev yek di hilbijartinên herêmî de careke din bê pûçkirin."
* Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsiyarê Karên Derve Hişyar Ozsoy, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê anî ziman ku Erdogan, bi vî awayî dixwaze bertekên Fransayê hîn bibe û got: "Ger pergaleke bêyî kurdan çêbibe jî, dê ne pergaleke berdewamiyî be."
* Nivîskar Fatma Bostan Ustun, diyar kir ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî de MHP li hin herêman di tifaqa Cumhur de rêjeya dengan a AKP'ê dixe zorê û wiha got: "Bi taybetî em dibînin ku li bajarê wekî Stenbolê îtîfaq xera bûye. Ji ber vê yekê AKP çareseriyê di destavêtina dengên HDP'ê de dibîne."
* Li bajaroka Tilqebînê ya navçeya Silopiyayê ku betalî zêde ye, hema bêje ji ber cixareyên "qaçax" ji her malbatê kesek an jî çend kes girtîne an jî tên darizandin.
* Dengbêj Remezanê Hênê famberî xwe bûye nebûye bi sewta xwe ya xweş karê stranbêjî û kilambêjiyê dike û cihek nemaye ku lê negeriyaye. Dengbêj Remezan got enstrûman, muzîk û alavên modern çanda wan a dîrokî xelas kiriye û ew hêj bi çanda popûler-modern re têdikoşin.
* Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Akdenîza Mêrsînê Saîd Pilsin, diyar kir ku qeyûm ne tenê vîna gel xesp kir, jiyana gel jî herimand. Pılsın got ku qeyûm du sal e Şaredariya Akdenizê xesp kiriye û tu gel nikare tu xebatê bike.
* Rêxistina HDP'ê ya Amed, Stenbol, Mêrdîn, Wan û Dêrsimê, dê bi armanca operasyona qirkirina siyasî ya 4'ê Mijdara 2016'an şermezar bikin li avahiyên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Rexistina HDP'ê ya Edîrneyê jî dê li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrne û Kandirayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00-15.00)
* Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temelli, dê têkildarî salvegera operasyona 4'ê Nîsanê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)
* Konfederasyona Astengdaran dê li Sumerparkê ya Amedê bi civînekê Meclîsa Astengdaran ava bikin. (12.00)