AMED - Rêvebera Konfederasyona Atengdaran Şule Serpîn Îçli, diyar kir ku ew dê ji herêmê de dest pê bikin û ji bo pirsgirêkên astengdaran çareser bikin dê têbikoşin. Serpîn Îçlî diyar kir ku dê sibê li Amedê Meclîsa astengdaran ava bikin.
Komeleyên astengdaran ên li Amedê, di çarçoveya xebatên Projeya Meclîsên Astengdaran a Tirkeyê ku ji aliyê Konfederasyona Astengdaran ve tê meşandin; tekildarî Meclisa Astengdaran a Amedê li ber AZC Plaza daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveber û Nûnerên komeleya Astengdarên Zihnî, Komeleya Têkoşîna li dijî Nexweşiya SSPE'yê Komeleya Têkoşina li dijî Pençeşêrê, Komeleya Astengdarên Çavan a Dicleyê, Federasyona Astengdarên Demokratik, Komeleya Umutvar, Komeleya Astengdarên Çavan a Altı Nokta û welatiyên astengdar di daxuyaniyê de amade bûn. Rêvebera Konfederasyona Atengdaran Şule Serpîn Îçli, diyar kir ku ew dê ji herêmê de dest pê bikin û ji bo pirsgirêkên astengdaran çareser bikin dê têbikoşin. Serpîn Îçlî diyar kir ku dê sibê li Amedê Meclîsa astengdaran ava bikin. Îçlî, anî ziman ku heta niha li 15 bajaran meclîsên herêmî ava kirine û dixwazin pirsgirêkê ji herêmê de çareser bikin. Îçli, da zanîn ku dê înîsiyatifê bidin meclîsên herêmî û ew bi xwe dê bername û plansaziyên xwe diyar bikin.