STENBOL – Vakfa Aştiyê, bi ser navê "Cerebeyên Rêxistinên Sivîl ên di çareseriya pevçûnan de" li Otela Grad a li Haliçê komxebat pêk anî. Di komxebatê de şêwirmendê polîtîka û ragihandinê yê Enstîtuya Pêşketina Demokratîk a Îrlandayê Derek Mooney, bal kişand ser girîngiya diyalogê û wiha got: “Ne baweriya li hemberî hev, baweriya li hemberî aştiyê zêdetir girîng e.
Vakfa Aştiyê, bi ser navê "Cerebeyên Rêxistinên Sivîl ên di çareseriya pevçûnan de" li Otela Grad a li Haliçê komxebat pêk anî. Di komxebatê de rojnameger Fatih Polat, Zimanzan Necmiye Alpay, siyasetmedar Ufuk Uras, Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin û ji bajarên cuda gelek nunerên rêxistinên demokratik û sivîl amade bûn. Ewil Serokê Giştî yê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz axivî. Tahmaz, anî ziman ku her kes li Tirkiye di pêvajoyek dijwar re derbas dibe û wiha got: "Geşedanên li herêmê bi awayekî cîddî rê li pêş pirsgirêkên mezin vedike. Ji 2015'an û heta niha herî zêde em di demek dijwar re derbas dibin. Dema em li ser pirsgirêka kurd dixebitîn me ev yek dît. Divê di demên dijwar de fikr u gotina aştiyê bê parastin û neyê ji bîr kirin. Ked û têkoşîna ji bo aştiyê pir bi wate û girîng e. Divê em ji bo aştiyê rê û rêbazên nû bibînin. Em niha li pirsa "Em dikarin çawa bikin?" digerin.
Dievê em ji tecrûbeyên berê yên rêxistinên civakî dersê derxin. Me dît ku di pêvajoya çareseriyê ya siyasetmedaran de saziyên sivîl ji bo çareseriyê ne amade bûn. Ji ber vê yekê divê em xwe ji bo pêvajoyek nû amade bikin.
‘TIŞTA HERÎ GIRÎNG DIYALOG E
Şêwirmendê polîtîka û ragihandinê yê Enstîtuya Pêşketina Demokratîk a Îrlandayê Derek Mooney, çavdêriyên xwe yên li Îrlanda vegot û bal kişand ser girîngiya diyalogê û wiha got: “Ne baweriya li hemberî hev, baweriya li hemberî aştiyê zêdetir girîng e. Ewil di navbera Katolikan û Protestanan de pirsgirêk derketin. Her çend pirsgirêk wekî pirsgirêka olî bê xuyakirin jî teqez pirsgirêka nasnameyê heye. Di çareseriyê de rola jinê pir girîng ê û mifteya çareseriyê ye. Jinên ku di koalîsyona jinê de cih dikirin dikarin xwe bigînin gelek kesan û temas bikin. Jin rola kilît dilîzin û ji ber vê yekê rola wan girîng e."
‘8 MILYON KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
Xebatkarê Komeleya Mafên Mirovan ê Kolombiya Antropolog Luz Piedad Caicedo jî axafivî û bal kişand ser rola jinê ya ku bandora li ser hikûmeta Kolombiya çê kiriye. Caicedo, anî ziman ku di sala 2017'an de li gorî reqamên ku hikûmetê aşkere kirin li Kolombiya 8 milyon û 400 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan.
JINAN ROLEK MEZIN LÎST
Caîcedo, destnîşan kir ku li Kolombiyayê di pêvajoya aştiyê de li ser peymana aştiyê navbera FARC'ê de jinan rolek mezin lîstiye û çalak cihê xwe girtine û wiha bi dawî kir: "Di rêxistinên saziyên civakî de rola jinê pir girîn ge. Bi zextên jinan û rêxsitinên civakî piştî 1999'an di nava du aliyan de hevdîtin pêk hatin. Di sala 2002'an de ji nûve gav hatin avêtin. Jinan di pêvajoya muzakereyan de rolek mezin lîstin. 67 hezar pêşniyar pêş xistin. Pêşniyarên jinan bêtir bûn. Di vê pêvajoyê de bi 18 saziyên jinan re hevdîtin kirin. Bi jinên pispor ên tundiya zeyendî re hevdîtin kirin. Bi hevjînên gerîllayên berê re hevdîtin kirin."