ENQERE - Serokê FÎDH'ê Dîmîtrîs Christopoulos, di Kongreya Lijneya Giştî ya ÎHD'ê de axivî û wiha got: "Li welatekî misilman, ez destûrnedayîna ku malbatan cenazeyên xwe veşêrin bi wate nakim. Ez vê yekê fam nekim. Tişta li Amedê dibe ev yek bi xwe ye. Serokê EuroMed Rights Wadih Al-Asmar jî êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir.
19'emîn Kongreya Lijneya Giştî ya ÎHD'ê li Salona Konferansê ya Vakfa Çanda Anadolu ya Hacı Bektaşi Velî (HBVAKV) didome. Piştî hevserok axivîn, Mêvanên li salonê jî mafê axaftinê girtin.
Serokê Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FİDH) Dimitris Christopoulos, diyar kir ku li Tirkiye piştî Berxwedana Gezî her ku diçe binpêkirina mafan paşve diçe û wiha got: "Her ku diçe ji rejîma otoriter ber bi rejîma totoliter ve diçe. Li Bajarên kurdan destûr nadin ku malbat cenazeyên xwe defin bikin. Ez fam nakim ku welatekî misilman destûr nedin malbat cezayên zarokên xwe defin bikin. Ez nikarim bi wate bikim. Tişta li Amedê dibe ev yek bi xwe ye."
Christopoulos, bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û YE'yê jî û wiha got: "YE her dem peyamên nediyar dan Tirkiye. Di demen dawî de bêtir pêş ve çû. YE Tirkiye ji bo koçberan wekî herêma tampon bikar tîne. Ji ber vê yekê berî her tiştî ne yê re lê ruwşetê digire, yê ruşvetê dide divê tawanbar bike. YE bi pirsgirêka koçberan re wisa têdikoşe!
‘EM BI HEVRE AŞTIYÊ PÊŞ DIXIN'
Christopoulus, anî ziman ku bi hevre aştiyê ava dikin û wiha got: "Lê ew vê yekê nakin. Em dikarin bi hevre bijîn. Dibe ku ew mirovan têxin nava şer. Divê em di nava piştevaniyê de bin."
Serokê Tora Mafên Mirovan a Derya Sipî û Ewropa (EuroMed) Rights Wadih Al-Asmar jî êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir. Al-Asmar anî ziman ku ne tenê li Stenbolê divê li dijî çalakiyên li Amedê jî hurmetê nîşan bidin û wiha got: "Di bin navê 'Têkoşîna bi terorê re' li ser hemu kesên muxalif zextan pêş dixin."