Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe

img
ENQERE – Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê pirsên me bersivand û got: “Me di dizanibû kî di lîsteya Darbeya 4’ê Mijdarê de bê girtin heye. Ji bo pêşîlêgirtina tasfiye û belavbûnê me hepsê da ber çavê. Vebijêrkek din tune bû. Ya teslimiyet an jî berxwedan hebû.” 
 
Girtina hevserokên giştî û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di 4’ê Mijdara 2016’an de pêk hat wek “Darbeya 4’ê Mijdarê” di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de pênasekirin. Bi ser vê ser vê operasyonê re 2 sal derbas bûn. Di heman rojê de 12 wekîl hatin binçavkirin. Ji 12 wekîlan 9 wekîl hatin girtin. Hevserokê Giştî yên HDP’ê yên wê demê  Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê yê wê demê Îdrîs Baluken, parlamenterên HDP’ê Abdullah Zeydan, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Leyla Bîrlîk, Nursel Aydogan û Selma Irmak hatin girtin. Ji wê rojê ve pêla operasyon û girtinê ya bênavber li dijî rêveber û endamên HDP’ê didome. Li gel hemû astengî û girtinan jî HDP’ê xebatên xwe yên siyaseta demokratîk didomîne û carek din di hilbijartina 24’ê Hezîranê benda hilbijartinê tarûmar kir û wek aktorek girîng di Meclîsê de cihê xwe girt. 
 
Hevserokê berê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin têkildarî salvegera girtina xwe û hevrêyên xwe bi rêya parêzerên xwe pirsên ajansa me Mezopotamyayê bersivand. 
 
 ‘PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ VEGUHERANDIN PÊVAJOYA ESKERIYÊ’ 
 
Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser salvegera operasona li dijî wan pêk hat û got: “Bêguman viya dikarim bêjim. Dêstpêka pêvajoya darbeya 4’ê Mijdarê ji xerakirina Mutabakata Dolmabahçeyê ya ji aliyê AKP’ê tê. Pişt re bi Nîsana 2015’an bidawîkirina hevdîtinên li gel birêz Ocalan re bandora xwe li ser geşedanên siyasî ya Tirkiyeyê ya heta îro kir. AKP bi pêvajoy çareseriyê xwest tsfiyeya gelê kurd bixe dewrê û vê konseptê xist dewrê. Jixwe ev yek di ‘Plansaziya Têkbirinê’ ya civîna MGK’ê ya di cotmeha 2014’an de jî xwe da der. Di çarçoveya vê planê de bi mantiqê ‘çareseriya eskerî’ starta operasyona xerakirina her deverî dan. AKP dît ku di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de têk çû. Neçar ma ku demildest vê planê li dijî serkeftina HDP’ê bixe dewrê. Pişt re dest bi pêkanînan kirin. Her roj li ser qedexeya derketina derve û êrîşa li dijî qadên jiyana sivîlan û hilweşandina bajaran bi awayek hov pêk anîn. Hema bêje hemû rayedarên eskerî yên fermana hilweşandina bajaran dan di nav hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de cih girtin. Hat dîtin ku ew hilweşandin ji aliyê desteka hiqûqî-siyasî ya AKP-MHP ve pêk hatiye. Hem xwestin kurdan bipelçiqînin û hem jî xwestin cihên qadên jiyanê yên ku di asta herî jor de xwedî li vîna HDP’ê derdikevin tune bikin. Xwestin van navendên me ku deng didan HDP’ê koçber bikin û bêmirov bihêlin. AKP bi van pêkanînên li dijî kurdan dîtbariya ku nikare welat birêve bibe da û şertên hewldana darbeya leşkerî amade kir. Bi desteka AKP û MHP ewil xwestin ji kurdan xelas bibin û pişt re jî ji AKP’ê. 
 
HEMÛ PÊŞDÎTINÊN OCALAN RAST DERKETIN 
 
AKP û serokatiya xwe van geşedanan rast nexwendine. Di polîtîkaya hundirîn de dost û dijminê xwe ji ferq nekirine. Hemû pêşbîniyên Birêz Ocalan ên dema hevdîtinên çareseriyê li ser vê rewşa Tirkiyeyê rast derketin û hemû Tirkiye neçare berdêla vê fatûreyê bide. 
 
DARBEYÊ JI BO GIRTINA ME KIRIN FIRSET 
 
Rakirina destnedayîna me jî di Gulana 2016’an de di atmosferek wiha û pêvajoyek lîncê de pêk hat. Di esasê xwe de girtina me bi tu awayî nedidan ber çavên xwe. Ji bertekên dê derketina ditirsiyan. Lê piştî rakirina destnedayînê du meh şûn ve hewldana darbeyê pêk hat û derfeta girtina me da AKP’ê. Li gel ku bi awayek vekirî HDP û kurd li dijî darbeyê sekinîn jî hevkariya AKP-MHP hewldana darbeye ji xwe re kirin firset. Xwestin dest bi tasfiyeya HDP’ê bikin. Şev nîvê şevê bi ser malê 12 wekîlan de girtin û adeta dest bi revandina me kirin.”
 
‘ME DIZANIBÛ WÊ KÎ BÊ GIRTIN, LÊ ME GAV NEAVÊT PAŞ’ 
 
Demîrtaş destnîşan kir ku şeva ku bi ser malên wan de hat girtin ew ji her tiştî re amade bûn û wiha got: “Pêkanîna vê operasyonê di kulîsên Enqereyê de dihat axaftin. A rast armanca wan ew bû; em hemû birevin derveyî welat û rêveberiya HDP’ê ya mayî jî ji hev belav bikin. Me jî xwest berdêla wê çi dibe bila bibe em HDP, vîna gelê her çiqas di hepsê de be jî biparêzin, tasfiye û belavbûnê asteng bikin berdêla wê heps be jî me da ber çavê xwe. Di eslê xwe de li ber me ji bilî vê vebijêrkek din tune bû û ya teslîmyet û ya jî berxwedan. Helbest jî me wek gelê xwe tişta rast li ber xwe dayînê dît.  Navê lîsteya yên dê bên girtin jî di kulîsan de derbas dibû. Ya rast hêjayî gotinê ku mirov bibêje, navê hevalê me Îdrîs Baluken di lîsteyê de tunebû. Tişta ku me dizanibû hevala me Burcu Çelîk di lîsteyê de hebû. Jixwe hevala me Burcu jî demek şûn bi awayek dij hiqûqî hat girtin û bi darizandinekê ceza lê birîn. Hevalê me Îdrîs şeva 4’ê Mijdarê çû navenda me ya giştî û înîsiyatîfê girt ser milê xwe. Sekna xwe ya bi biryar da nîşandan. Pişt re wî jî li lîsteyê zêdekirin. Pişt re cezayên giran li wî jî ferz kirin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan

Sernavên din

06/11/2018
07:23 Siyasetmedarên li Qersê hatin girtin
05/11/2018
16:10 Li Hezroyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:42 Ozturk: Em xwediyê vê axê ne hûn nikarin çonga me bişkênin
15:23 Serokê TTB'ê: Pêşnûma li dijî hiqûqê ye
14:31 Di cotmehê de 177 karker jiyana xwe ji dest dan
14:30 HDK: Tirkiye bi hêza zîrveya Stenbolê ya 4 alî êrîşî Rojava dike
13:58 Bîlgen: Krîz wê rê li ber şerê herêmî veke
13:17 Şaredara Dîlokê ya AKP'î 1 milyar û 307 milyon û 191 hezar û 300 tl li ku xerç kir?'
12:52 Maşîna ekiba Rûdawê li Qozlike qeza kir
12:02 Husna Toraman xwest kurê wê yê di êrîşa DAIŞ'ê de piyê wî jêbû bê berdan
11:49 Yuksekdag dîsa bernedan
11:47 Mesutoglu ku dermankirin red kir dîsa sewqî girtîgehê kirin
11:32 Li Yalova jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
11:20 Lîstika ‘Mîrzayê Biçûk’ li Êlihê bû
11:09 Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor
09:42 Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat berdan
09:12 Bertek nîşanî qeyûmê muftî dan: Ma xezpkirina vînê emrê xwedê ye?
09:12 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2018'AN
09:11 Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv
09:10 Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe
09:09 Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide
04/11/2018
23:13 Girtî Mesutoglu yê ketibû rojiya mirinê rakirin nexweşxaneyê
20:34 Husson: Jin jiyan azadî şêwaza herî bedew a vegotina jiyan wekhev e
19:58 Şîrketa Mediar: Ji sedî 17 AKP’î dîsa deng nadin AKP'ê
17:11 Wekîlên HDP'ê yên girtî: Serkeftin dê bi berxwedanê pêkan be
17:10 Walîtiyê wekîlên HDP'ê li pêş girtîgehên Edirne û Kocaelî asteng kir
16:44 Keskîn û Turkdogan dîsan ji bo Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hatin hilbijartin
16:03 Sîse Bîngol a 85 salî rakirin nexweşxanê
15:36 Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan
15:34 Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin
14:52 HDP'a Colemêrgê: Em ê têkoşîna xwe bidomîn in
14:52 Astengdaran li Amedê meclîs ava kirin
14:26 Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxanê
14:23 Uca: Têkoşîna demokrasiyê didome azadî nêzîk e
14:10 HDP: Li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn
13:41 HDP’iyan li ber Girtîgeha Sîncanê peyama Baluken xwendin
13:27 Buldan: HDP tu carî çavtirsandî nebû
Temellî: Divê parlamento gav bavêje
12:52 Kolberê birîndar jiyana xwe ji dest da
12:07 DAIŞ'ê li Xaneqînê êrîşî polîsan kir
12:06 Dewletê gund desteser kir û gundî koçber kirin
10:41 Cerdevanê hat îdîakirin ku ‘Bi şaşî birîndar bûye’ mir
10:10 Aykol: Em nafikirin ku ji cihê xwe herin cihek din!
10:04 Unsal: AKP armanc dike ku dest bavêje hilbijêrên HDP’ê
09:16 Nêzî nêviyê nifûsa vê bajarokê tê darizandin
09:15 Ozsoy: Pergaleke bêyî kurdan dê ne pergaleke berdewamiyî be
09:14 Bîlgen: Nikaribûn muxalefeta demokratîk tasfiye bikin
09:12 Bi hatina zivistanê re welatî berê xwe didin bêhnfiroşan
09:09 Fîlmê bal dikişîne ser rojnamevanên li pêyî rastiyê: Gerçek
09:07 Ji bo parlementerên girtî tenê biryara DMME'yê maye
09:06 Rapora ATK'ê dibe ku seyra darizandina polîsên bersûc biguherîne
09:05 ‘Bi pêşnûmaya astengkirina şideta di tenduristiyê de bijîşk cezakirin'
09:03 Qeyûm hem vîna gel xesp kir hem jiyana wan herimand
09:01 Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2018'AN
03/11/2018
17:07 Li Amedê meclîsa astengdaran tê avakirin
16:47 Heyeta Emerîkî nûçegihana ANHA li nexweşxaneyê ziyaret kir
16:46 Xwîneran pirtûka 'Li Xirarê Tofan Rabû' da îmzekirin
16:44 ‘Navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e’
16:42 Nivîskar Mehmet Akdogan ji bo xwînêran pirtûka xwe îmze kir
16:41 Mooney: Baweriya ji bo aştiyê girîng e
15:46 Xizmên windayan: Li şûna hûn bang li Siûdî bikin kujerên nava xwe darizînin
15:26 Buldan: Em ê ala hevrê Îbrahîm li erdê nehêlin
14:54 ‘Ji bo me her dever Qada Galatasarayê ye’
14:45 Dayikên Şemiyê: Em ê her dem edaletê bixwazin
14:26 Lijneya Stargehên Jinan dest pê kir: Divê em pêşeroja xwe ava bikin
14:25 Temellî: Çareseriya mseleya kurd çareseriya meseleya demokrasiyê ye
14:05 Serokê FÎDH'ê: Ez wate nadin destûrnedayîna ku malbaz zarokên xwe defin bikin
13:42 Demîrtaş: Me lîsteyê dizanibû, li dijî tasfiyeyê me girtinê da ber çavê xwe
13:39 Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin
13:25 Desteya Giştî ya ÎHD’ê dest pê kir: Derfet çi dibin bila bibin dê gel qezenc bike
13:19 ÎRA: Di cotmehê de 42 rojnameger hatin darizandin
12:46 Muftiyê Mahsertê wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin
12:17 Qeyûm kirêdarên şeredariyê nivê şevê ji cihê wan derxistin
10:54 30 herêmên Colemêrgê li sivîlan hatin qedexekirin
10:35 Hamzaoglu: Divê HDP li bajarên rojava endamê meclîsên şaredariyan be
10:14 Sûcdariya derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê de girantir kirin
09:22 2 sal piştî operasyona li dijî HDP'ê: An berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû
09:20 Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan
09:19 Li Êlihê xizmeta ji bo înternet û telefonan hat sekinandin
09:18 Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!
09:18 Êdî kes nikare penêrê sîrik jî bikire!
09:17 3 meh in jin li dijî JES'an nobetê digirin
09:16 Endamê Koma Amed: Divê di serdemên çewisîner de berhemên ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin
09:15 Ger îro şer biqede emê boxçika xwe bavêjin pişta xwe û vegerin welatê xwe
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2018'AN
02/11/2018
16:46 Turmen ji bo kuştina Tahîr Elçî Tirkiyeyê hişyar kir
16:28 Bi hinceta HDP’î ye destûr neda tev li daxuyaniya SES'ê bibe
15:35 Bi gotina ‘sibê îfadeyê te heye’ bi ser malê de girtin
15:23 Ji QSD û Hêzên Koalîsyonê li dijî TSK’ê dewriya hevpar dest pê kir
15:22 HDP: Muxdarên ku qet doz li wan venebûne çima hatin dûrxistin?
14:41 Ciwanên hatin binçavkirin: Em ê bêzar nebin
14:01 Wezareta Karên Hundir: 393 jin di êrîşa navxweyî de jiyana xwe ji dest dan
13:54 Li Pîranê du birayên hev Tekîn hatin binçavkirin
13:41 Danişîna doza Rojnameger Erdogan taloq kirin
12:29 Du nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn
12:11 Dozger banga îfade dayînê li lîstikvan Ahmet Kural kir
11:57 Rêveberê HDP'ê binçav kirin
11:53 Wasiyê Ocalan Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:39 Salih Muslim: Armanca Tirkiyeyê tunekirina destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê
10:30 Parêzer Bek: Desthilatdariya cînayeta Kaşıkçı çareser dike, çima ya Bagdu çareser nake?