RIHA - Qeyûmê tayînî Şaredarîya Wêranşerê hat kirin Omer Derecî, nîva şevê bi operasyonekê dikana daxwaznamenivîsên nekarin kirêya xwe bidin vale kir. Kirêdar Abdulkadîr Dagci, diyar kir ku qeyûm bi vê ew xelat kirin û agir berda mobîlyeyên qeyûm avêtibûn derve.
Qeyûmê tayînî Şaredarîya Wêranşera Rihayê hat kirin Omer Derecî, di nîveka şevê de bi operasyonekê li Taxa Kişla dikana daxwaznamenivîsan a aîdê şaredariyê, ji ber ku nekarin kirê bidin hat valekirin. Zabiteyan şevê din, hemû amûr, alava û mobîlyeyên cihê kar ji dikanê derxistin. Ji 14 daxwaznamenîsên ên cihê karê wan hat valekirin Abdulkardîr Bagci, bi armanca şermezar kirinê zabiteyên mobîlya derxistibûn derve şewitandin. Bagci bertek nîşanî kesên xwestin mûdaxileyê şewatê bikin kir û got: “Qeyûm ev xelat da me. Qaşo em li vê derê daxwaznamenivîsan dinivîsin. Ji ber ku me nekarî em kirê bidin, zabiteyan zext li me klir û bi darê zorê xwetin em dikanê vale derbixin. Di nîveka şevê de ez neçar mam ku eşyayên xwe derbixim derve. Ji kerema xwe re mudaxile nekin bila bişewitin.”
Hat diyar kirin ku kirêya salê ya 14 dikanan 4 hezar û 486 TL an jî 7 hezar teleye. Daxwaznamenivîsan, diyar kirin ku êdî kar tuneye, ji ber vê nekarîn kirê bidin û qeyûm jî kirêya wan kêm nekir.