AMED - Dadgerê Dadgeha Cezayê Eslî ya Şırnexê ya derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê ku beşdarî çalakiya mertalên zindî bibûn de, bi sûcdariya “Ketina herêma leşkerî” doz vekir, ji ber biryara bê şûpandinê dosya bi sûcdariya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” şand Dadgeha cezayê Giran.
Gelek dozên di çarçoveya Qanûna Cezayê Tirk (TCK) ên piştî pêvajoya çareseriyê, derbarê HDP’iyan de hatin vekirin, çawaniya sûcan hatin guhertin û di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK) hatin dest girtin. Doza derbarê 3 wekîlên HDP’ê yên berê Leyla Bîrlîk, Ferhat Encu û Mehmet Alî Aslan de hatibûn vekirin mîna vê ya herî dawiye. 3 wekîlên HDP’ê yên berê di 21’ê Îlona 2015’an de, rêya gundê Dagkonak a Rêbejajiya Qilaban û Şirnexê benda leşkerî derbas kiribûn û li dijî operasyona leşkerî ya li herêmê hatibû destpêkirin beşdarî çalakiya “Mertalên zindî” bûbûn. Serdozgeriya Komarê ya Şırnexê bi îdîaya 3 wekîlên HDP’ê, “pêşengtiya çalakiya mertalên zindî kirine” lêpirsîn dabû dest pê kirin. Ligel ku 3 wekîl bi destûra leşkeran çûn herêma operasyonê jî, dîsan derbarê 3 wekîlan de bi sûcdarîya “Ketina herêma qedexe ya leşkerî” ji 2 salan heya 5 salan cezayê girtîgehê hat xwestin û li gorî vê îdîaname hat amadekirin û îdîaname di 14’ê Nîsana 2017’an de, ji aliyê Dadgeha Cezayê Eslî yê Şirnexê ve hat qebûlkirin.
'TU NÎŞANEYEKÊ HIŞYARKIRINÊ TUNE BÛ'
Ferhat Encu di parastina xwe ya derbarê darizandinê de wiha gotibû: “Herêma ku em ketinê, derbarê qedexeyê de tu lewheyên hişyarkirinê tune bûn. Me wêne parvekirin û li ser van wêneyan girtek hatin girtin. Ez bi hevalên xwe re çûm herêma ku hat îdîakirin qedexeye û ne diyar bû ku herêm qedexeye. Ji ber vê yekê tu mijareke ku sûc bê dîtin tuneye.”
'KESEKÊ EM ŞIYAR NEKIRIN'
Leyla Bîrlîk jî, di parastina kir de ev tişt gotibûn: “Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û operasyonan dest pêkir, gel bertekek mezin nîşan da. Ji bo aştî berdewam bike û cenaze bi ser gel de neyên, em beşdarî çalakiyek wiha bûn. Me xwest pêvajoya aştiyê berdewam bike. Aştî xwestin rûmet mezine. Ji ber ku me aştî xwest em îro li vê derê tên darizandin. Îro aştî xwestin, li ser vê erdnîgariyê bûye sûc. Ez weke parlamenterekê bi gelê xwe re çûm wê derê. Ji xwe hêzên ewlekariyê jî bi tu awayî em hişyar nekirin.”
DOSYE ŞANDIN CEZAYÊ GIRAN
Dadgerê li dosyeyê mêze dike, di rojên derbas bûyî de, çawaniyan sûcan guhert û biryarek balkêş da. Dadger çawaniya sûcan guhert û di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK) doz ji nû de nirxand û dosyeya 3 wekîlan şand Dadgeha Cezayê Giran a Şırnexê. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê, dê di rojên pêş de, derbarê dosyeyê de biryarek çawan bide diyar bibe.