ENQERE - Di ser operasyona 4'ê Mijdara 2016'an a li hemberî HDP'ê re 2 sal derbas bûn. Ev pêvajoya ku bi girtina parlementerên HDP'î dest pê kir, her çû li hemberî hemû muxalefetê veguherî pêvajoyeke çewisandinê. Bi pergala nû re Meclîs bê erk hat hiştin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê wê demê Selahattîn Demîrtaş bi van gotinên xwe pênaseya pêvajoyê kiribû: "Li pêş me an berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû."
Bi dengên parlementerên AKP, MHP CHP'ê di Gulana 2016'an de destnedayîna parlementeran hat rakirin û paşê di 4'ê Mijdara 2016'an de jî 12 Parlementerên HDP'ê hatin girtin. Tevgera siyasî ya kurd, pêvajoya piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê wekî pêvajoya "darbeya siyasî" nirxandin û biryara girtina parlementeran ku dozgeran di şevekê de biryar da jî wekî berdewama vê darbeya siyasî nirxandin. Sererastkirina bi fermana Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan hat dayîn hin parlementerên HDP'ê hatin binçavkirin, hin jê hatin girtin û hin jê jî mecbûr man derkevin derveyî welat. Parlementerê HDP'ê Rihayê yê berê Îbrahîm Ayhan li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê mir.
Piştî hilbijartinaa 7'ê Hezîranê ya ku AKP bi tena serê xwe nebû îktîdar, Erdogan dawî li "pêvajoya çareseriyê" anî û li şûna wê "plana rûxandinê" ku di MGK'ya Cotmeha 2014'an de biryara wê hatibû dayîn xist dewrê. Di çarçoveya "plana rûxandinê" de, di 20'ê Gulana 2016'an de, li Meclîsê bi 376 dengan hat qebûlkirin. AKP ev yek pêşniyaz kir û MHP'ê jî destek dayê. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû jî got "li dijî qanûna bingehîn e, lê dîsa jî erê" û bi vî awayî rê li ber girtina parlementeran hat vekirin.
Di pêvajoya ku ev guherandin hat qebûlkirin de, der barê 55 parlementerên HDP'ê de 511 fezleke hatibûn amadekirin. Lê belê parlementerên HDP'î biryar girtin ku ew ê neçin îfadeyê nedin û neçin dadgehê. Lê belê piştî biryara "birina bi darê zorê" hat girtin HDP'iyan bi awayekî hevpar gotin: "Tu hêvî û daxwazeke me ji te tune ye. Ancax gelê min ê min hilbijartiye dikare ji ber fealiyetên min ê siyasî bin lêprisîn bike."
Lê belê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, pêvajoya navborî hat lezandin û di 20'ê Tîrmehê de Rewşa Awarte hat îlankirin. Piştî Rewşa Awarte hat îlankirin 3 meh şûnde, di 4'ê Mijdara 2016'an de li Enqere, Amed, Stenbol û Mêrdînê bi şev li hemberî parlementerên HDP'î operasyon hat lidarxistin 12 parlementer hatin binçavkirin.
HEVSEROKÊN HDP'Ê Û PARLEMENTER HATIN GIRTIN
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Wekilîlê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, parlementer Abdullah Zeydan, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Leyla Birlik, Nursel Aydogan û Selma Irmak ên hatin girtin. Parlementer İmam Taşçier, Ziya Pir û Sirri Sureyya Onder jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. Parlementerên hatin girtin bi balafir, helîkopter û wesayîtên zirxî yên berê hatibûn amadekirin birin girtîgehên li Edîrne, Kandira û Sîlîviriyeyê.
PARLEMENTERIYA WAN HAT BETALKIRIN
Her wiha ligel girtinê, di dema darizandinê de jî ceza li parlementeran hat birîn. Ji ber cezayên hatin birîn parlementeriya 11 parlementerên HDP'ê hat betalkirin. 9 parlementerên HDP'ê yên berê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de hat hilbijaartin hîn jî girtîne.
PIŞTÎ 4'Ê MIJDARÊ ÇI QEWIMÎ?
* Di 13'ê Kanûna 2016'an de, Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê der barê parlementerên HDP'ê yên di doza sereke ya KCK'ê de dihatin darizandin û dosyeyên wan hatin veqetandin Osman Baydemîr, Dîrayet Taşdemîr, Çaglar Demîrel, Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu û Nadîr Yildirim de biryara anîna bi darê zorê da. Wekîla Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û parlementer Besîme Konca hatin girtin.
* Di 15'ê Kanûna 2016'an de Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu hat binçavkirin, paşê hat berdan.
* Di 16'ê Kanûna 2016'an de Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş hat binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê hat berdan.
* Di 19'ê Kanûna 2016'an de Parlementerê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman hat binçavkirin, paşê hat berdan.
* Di 23'yê Kanûna 2016'an de Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan hat binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê hat berdan.
* Di 3'yê Çeilya 2017'an de Parlementerê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr hat binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê hat berdan.
* Di 4'ê Çileya 2017'an de Leyla Bîrlîk hat berdan.
* Di 17'ê Çileya 2017'an de der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de bi daxwaza cezakirina ji 43 salan heta 142 salan û der barê Fîgen Yuksekdagê de jî bi daxwaza cezakirina ji 30 salî heta 83 salan îdianame hatin amadekirin.
* Di 20'ê Çileya 2017'an de Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran hat binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê hat berdan.
* Di 25'ê Çileya 2017'an de Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlementerê Rihayê Osman Baydemîr, Parlementerê Amedê Îmam Taşçier û Parlementerê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, piştî lêpirsîna li dozgeriyê hatin berdan.
* Di 30'yê Çileya 2017'an de Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş dîsa hat binçavkirin û di heman rojê de hat girtin.
* Di 30'yê Çileya 2017'an de Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan hat binçavkirin, paşê hat berdan.
* Di 31'ê Çileya 2017'an de Berdevkê HDP'ê û Parlementerê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen hat girtin.
* Di 7'ê Sibata 2017'an de Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan hat binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê hat berdan.
* Di 8'ê Sibata 2017'an de Leyla Zana hat binçavkirin, paşê bi şertê venêrîna edlî hat berdan.
* Di 15'ê Sibata 2017'an de Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu hat berdan, lê 2 roj şûnde dîsa hat girtin.
* Di 21'ê Çileya 2017'an de parlementeriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdagê hat betalkirin.
* Di 21'ê Sibata 2017'an de Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken dîsa hat girtin. Balûken, di 30'yê Çileyê de hatibû berdan.
* Di 21'ê Sibata 2017'an de bi tawanbariya "gelê tirk, Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê biçûk xistiye" 5 meh ceza li Selahattîn Demîrtaş hat birîn.
* Di 27'ê Sibata 2017'an de Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan hat binçavkirin, paşê hat berdan.
* Di 6'ê Adara 2017'an de Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu hat binçakirin, paşê hat berdan.
* Di 9'ê Adara 2017'an de endamtiya partiyê ya Fîgen Yuksekdagê hat betalkirin.
* Di 23'yê Adara 2017'an de bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 4 sal û 8 meh û 7 roj ceza li Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydoganê hat birîn û Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê ceza pesend kir.
* Di 18'ê Nîsana 2017'an de Parlemntera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Taşdemîr hat binçavkirin, paşê hat berdan.
* Di 19'ê Nîsana 2017'an de Parlementera HDP'ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk hat girtin.
* Di 21'ê Nîsana 2017'an de Meral Daniş Beştaş hat berdan.
* Di 21'ê Nîsana 2017'an de Nûrsel Aydogan hat berdan.
* Di 26'ê Nîsana 2017'an de Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan hat berdan.
* Di 2'yê Gulana 2017'an de der barê Parlementera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydoganê de dîsa biryara girtinê hat girtin.
* Di 3'yê Gulana 2017'an de Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca hat berdan, lê di 29'ê Gulanê de dîsa hat girtin.
* Di 9'ê Gulana 2017'an de parlementeriya Nûrsel Aydogan hat betalkirin.
* Di 2'yê Hezîrana 2017'an de Parlementerê HDP'ê yê Rihayê û Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr hat binçavkirin.
* Di 9'ê Hezîrana 2017'an de li Ferhat Encu bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 9 meh û bi tawanbariya "muxalefeta li hemberî Îdareya Bajêr a Jimare 5442" 10 meh ceza hat birîn.
* Di 12'ê Hezîrana 2017'an de Parlementera HDP'ê ya Stenbolê û Wekîla Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan hat binçavkirin, di 13'ê Hezîranê de hat berdan.
* Di 27'ê Hezîrana 2017'an de parlementeriya Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tûgba Hezer Ozturk hat betalkirin.
* Di 28'ê Tîrmeha 2017'an de Besîme Konsa hat berdan.
* Di 8'ê Îlona 2017'an de Ayhan Bîlgen hat berdan.
* Di 3'yê Cotmeha 2017'an de parlementeriya Besîme Konca hat betalkirin.
* Di 6'ê Cotmeha 2017'an de bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê kiriye" 6 sal ceza li Bûrcû Çelîk hat birîn.
* Di 4'ê Çileya 2018'an de 16 sal û 8 meh ceza li Îdrîs Balûken hat birîn. Her wiha di 23'yê Gulanê de jî 9 sal û meh cezayê Balûken hatibû pesendkirin.
* Di 12'ê Çileya 2018'an de parlementeriya Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zanayê hat betalkirin.
* Di 6'ê Sibata 2018'an de parlementeriya Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu hat betalkirin.
* Di 27'ê Sibata 2018'an de parlementeriya Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan hat betalkirin.
* Di 1'ê Adara 2018'an de bi twanabriya "propagandaya rêxistinê" 2 sal û 6 meh ceza li Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalanê hat birîn.
* Di 4'ê Adara 2018'an de jî bi tawanbariya "heqareta li peywirdarê cemaweriyê" sal û 5 meh û 15 roj ceza li Osman Baydemîr hat birîn, lê belê dadgeha îstinafê ceza xera kir.
* Di 29'ê Hezîrana 2018'an de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku di hilbiajrtina 24'ê Hezîrana 2018'an de bû parlementera Colemêrgê, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê hat berdan, lê belê bêyî ku ji girtîgehê derkeve Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê dîsa biryara girtina wê da.
* Ji ber axaftinên Newroza 2013'an 4 sal û 8 meh ceza li Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder jî 3 sal û 6 meh ceza hat birîn.
* DI 20'ê Îlona 2018'an de jî Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li Hewlêrê krîza dil derbas kir û mir.
Sibê: Demîrtaş: Li pêşiya me an berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû
MA / Berivan Altan