ÎZMÎR - G.Z.'ya êzidî ya berê ji ber şerê li Sûriyeyê reviya û koçî Tirkiyeyê kir, ji ber ew malbata xwe bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin ji mecbûrî nasnameya xwe aşkera nake. G.Z. got: "Ger îro jî şer raweste, emê alav û buxçika xwe têxin kîsekî û vegerin gundê xwe."
Penaberên ji ber şerê li Sûriyeyê reviyan û koçî Tirkiyeyê kirin bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Yek ji van jî G.Z. ya êzidî ye ku 7 sal berê ji gundekî Helebê ji ber DAIŞ'ê reviya, pêşî çû Efrînê û ji wir jî hat Tirkiyeyê. G.Z., anî ziman ku ji ber baweriya xwe, ew mecbûrî nasnameya xwe aşkere nakin.
'JI BER HEVJÎNÊ MIN GOT EW ÊZIDÎ YE JI KAR HAT DERXISTIN'
G.Z., diyar kir ku 7 sal in ew li Tirkiyeyê dijîn. G.Z., anî ziman ku ew 3 salan li Stenbolê mane û paşê hatine Îzmîrê. Dayika du zarokan G.Z., diyar kir ku hevjînê wê terzî ye û got: "Êdî em nikarin biçin Efrînê. Çeteyên ereb li wir in. Li Tirkiyeyê jî tişta zehmet ew e, em nikarin baweriya xwe aşker bikin. Em êzidî ne, lê kes pê nizane. Li Stenbolê ji ber ku hevjînê min got ew êzidî ye, ji kar hat derxistin. Ji ber naçe mizgeftê bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Carinan ji mecbûrî diçe mizgeftê, lê dema herkes dest bi nimêjê dike ew dertê. Em nikarin bi kesî bawer bikin. Loma em nasnameya xwe vedişêrin. Demeke dirêj me îbadeta xwe bi cih neanî. Niha bi dizîka be jî dawiya hefteyê em diçin dêrê û li wir dua dikin."
'TIŞTEKÎ JI DESTÊ ME NEDIXWARIN'
G.Z., tenê em li dêrê rihet in û got: "Cînarên me jî nizanin em êzidî ne. Ger zanibin dê ava me jî venexwin. Jixwe li cihê kar ji hevjînê min re gotibûn 'êzidî şeytan in, heram in. Tiştekî wan nayê xwarin.' Ji ber vê em li tu derî nabêjin em êzidî ne. Zarokên me hene. Keça min a mezin 8 salî ye. Hîn jî di xewna xwe de DAIŞ'ê dibîne. Wexta DAIŞ hat gundê me min, dê û bavê min û keça min dîl girtin. Paşê me ji wan re got em ê pereyan bidin we. Kekê min pere ji wan re şand û em xelas kirin. Kesê misilmantî qebûl nekirina çi jin çi jî zarok DAIŞ ew dikuştin. Êdî em naxwazin ew tişt bên serê me û ji bo vê em timd ua dikin."
'ŞER BIQEDE EM Ê BIÇIN GUNDÊ XWE'
G.Z., diyar kir ku tirsa wan ew e ji ber baweriya wan tiştek bê serê wan û herî zêde wan bêriya axaftina bi zimanê xwe kiriye. G.Z. got: "Ên li derdora me bi zimanên cuda diaxivin. Ger îro şer raweste, em ê eşyayên xwe têxin kîsekî û vegerin gundê xwe. Piştî me ev tişt dîtin em bêtir tirsiyan. Zarokên xwe bi tenê nahêlim. Em tevî dê û bavê min hatibûn Stenbolê. Ew vegeriyan çûn Helebê. Tiştekî wan tune ye, lê dîsa çûn gundê xwe. Em jî bi tenê man. Hêviya me ew e dawî li şer bê û kes mala xwe neterikîne. Wisa bawer dikim dema herkes li xaka xwe bi baweriyên xwe bijî wê tu mişkule çênebin."
MA / Nimet Olmez – Ruken Demir