NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beşdaş, der barê muxdarên ku hatin îxrackirin de bi daxwaza Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Beştaş, diyar kir ku muxdarên ku bi hilbijartinê hatine ser kar bêyî ku lêpirsînek der barê wan de bê vekirin ji kar hatine avêtin û got: "Wezareta Karên Hundir bi îxraca muxdarên ku bi hilbijartinê hatine bijartin, ma sûc nake?"
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, der barê 259 muxdarên ku li Kurdistanê hatin dûrxistin pirsname da meclîsê. Beşdaş, diyar kir ku Serokomar beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî, piştî li dijî HDP’ê daxuyanî da, got: "Muxdarên li dijî gefên PKK'ê serî xwar dikin hene. Em van muxdaran efo nakin". Beştaş wiha got: "Li ser vê daxuyaniyê wezareta we 259 muxdar îxraç kirin. Ji nava vana 103 muxdarên gundan û 156 muxdarên taxan in. Muxtarên hatin îxrackirin piraniya wan yên li herêmê ne. Bi taybetî piştî rojnameyên propaganda hikumetê dike nûçe li ser muxtaran çêkirin gotin 'Li gorî rapora îstîxbaratê ya Wezareta Karên Hundir amadekaria ku gelek muxtarên tê îdîakirin 'Bi KCK'ê re di nava dan û stendinê de ne' wan ji peywirê bigirin' û nûçe belav kirin. Pişti vê yekê li Wanê 3 muxtar berê hatin binçavkirin û piştre girtin. Muxtarên ku hatin îxrackirin der barê wan de tu lêpirsîn nehatiye kirin. Balkêş e van muxtarên ku hatin îxrackirin li taxên wan dengê HDP'ê zêde derketiye. Li Sêrtê gelek muxtar hatin îxrackirin. Li taxa Atabagi ya Sêrtê di hilbijartinê de 183 dengê ji HDP’ê re û 46 deng ji AKP’ê re derketine. Dîsa li Gundê Doganê 135 dengê HDP’ê û 30 dengê AKP’ê re, li gundê Baglica 28 deng ji HDP'ê û 9 ji AKP’ê re derketine. Li gundê Demirkaya 60 deng ji HDP’ê û 9 deng ji AKP’ê re, li Gundê Gokçebagê 165 deng ji HDP’ê re û 43 deng ji AKP’ê re, li Gundê Kalenderê 20 deng ji HDP’ê re û 10 deng ji AKP’ê re derketine.
Li gorî vê yekê;
1- Muxdarên ku der barê wan de lêpirsîn tune, dûrxistina wan çiqas li gorî qanûnê ye?
2- Muxtarên ku bi hilbijartinê hatin hilbijartin, ji aliyê wezaretê ve îxrackirina wan, di heman demê de ne sûc e?
3- Muxtar ji ber kijan xebatan hatine dûrxistin?
4- Dûrxistina muxtaran ne perçeyekî kampanya hilbijartinê ye?
5- Dema em li muxtarên ku li sêrtê hatin îxrac kirin dinerin, em dibînin ku li van gundan dengê HDP'ê zêde ye. Sedem ji aliyê hilbijêrên HDP’î ve hatine hilbijartin e gelo?
6- Bi dûrxistina muxtarên ku hilbijêrên HDP’î ew hilbijartine dixwaze hilbijêran çeza bike gelo ?
7- Bi îxrackirina muxtarên herêmê xebatên wan tên hedefgirtin.
8- Hûn difikirin ku bi dûrxistina muxtaran hûn vîna gel dişkînin û baweriya li hemberî civakê winda dikin. Mexdûriyeta muxtarên ku hatin îxrackirin dê bê hiqûqî bê derbaskirin ya na.
9- Gelo sedem û pîvana dûrxistina muxtaran ji ber hilbijêrên HDP'ê ew anîne ser kar ?
10- Hemû hilbijêrên deng bidin muxdaran mecbûrin tev AKP'î bin? Çima vîna HDP'ê tune tê hesibandin?
11- Tayînkirina qeyûm a muxtaran ne gefa li dijî hilbijartinê ye?"