AMED – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di daxuyaniya li dijî binçavkirin û revandina endamên xwe de got: “A li dijî têkoşîna me ya rewa tê birêvebirin, bi temamî poltîkîya şerê taybet e. Em ê li dijî van êrîşên hovane de bêzar nebin.”
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Şevîn Saribulak, Eylem Cengîz, Hazal Karabay û Hulya Ozden çend roj berê dema ji avahiya Rêxistina HDP’a Amedê derketin hatibûn binçavkirin û piştî îfade dan Miduriyeta Polîsan a Amedê duh hatin berdan. Meclîsê têkildarî binçavkirin û revandina endamên xwe li avahiya HDP’a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosun û Salîha Aydenîz û rêveberên jin ên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Ji yên hatibûn binçavkirin Hazal Karayel daxuyanî da.
‘EM BI ÎXBARÊ HATIN BINÇAVKIRIN’
Karayel diyar kir ku dewlet li ser wan “polîtîkaya şerê taybet” dide birêve birin û got: “Kiryarên ne diyar ên salên 1990’an li dijî ciwanan bi binçavkirin, tehdît û revandinê didome. Hefteya bihûrî endamên Meclîsa me ji aliyê polîsan ve berevajî hatin kelepçekirin û binçavkirin. Bi hinceta ‘îxbarê’ 4 jin hatin binçavkirin. Li emniyeta Amedê marûzî lêgerîna tazî hatin.”
‘DIXWAZIN ME BÊZAR BIKIN’
Karayel anî ziman ku binçavkirin û revandina li dijî endamên wan ne ji rêzê ye û wiha dewam kir: “A li dijî têkoşîna me ya rewa tê birêvebirin, bi temamî poltîkîya şerê taybet e. Dixwazin bi van rêbazên şerê taybet têkoşîna me pasîfîze bikin û me bêzar bikin. Wê têkoşîna me dewam bike. Em ê li dijî van êrîşên hovane de bêzar nebin.”