STENBOL – Piştî hunermend Sila Gençoglu ji lîstikvan Ahmet Kural şidetê dît gilî kir. Dozgeriyê bang li Kural kir ku biçe îfade bide.
Hunermermend Sila Gençoglu piştî şideta ji lîstikvan Ahmet Kural dît duh gilî kir û biryara 3 meh Kural nêzî Gençoglu nebe biryara parastinê girt. Li ser gilîkirina Gençoglu dozgeriyê bang li Kural kir û xwest biçe îfade bide. Li bendê ye Kural di rojên pêş de bi sûretê “tewanbar” biçe Dadgeha Çaglayana Stenbolê îfade bide dozgeriyê.