NAVENDA NÛÇEYAN - Edamê Komîteya Tekîliyên Dîplomasî yê TEV-DEM’ê Salih Muslim, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakûrê Sûriyeyê de axivî û ev tişt gotin: “Armanca êrîşên dewleta tirk, tunekirina gelê Kurd û bînpêkirina vîna gelê Rojava ye Kurdistanê ye.”
Endamê Komîteya Tekîliyên Dîplomasî yê TEV-DEM Salih Muslim têkildarî êrîşên Tirkiyeyê ên dagirkirin û planên li ser Rojava ye Kurdistanê ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku pêwîste dewletên navneteweyî li dijî wan êrîşa xetên sor ava bikin û bêdeng nemîn in.
ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ HEDEF GIRTIN
Muslim, di despêka axaftina xwe de roja Kobanê ya cîhanê li tevahiya cîhan û Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Berxwedana Kobanê li dîrokê bi xetên stûr hat nivîsandin. Kobanê ji bo tevahiya cîhanê bû mînaka berxwedan û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) bi teybetî di roja salvegera roja Kobanê ya cîhanê de êrîş kirin. Ev êrîş li dijî serkeftin û sembolbûna bajarê Kobanê ye.”
‘ÊRÎŞ KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ BI EŞKERE TEHDÎT DIKE’
Muslİm, anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê bi zirveya çaralî ve giredayî ye û wiha bilêv kir: “Tirkiye ji bo ku armancên xwe yên di zîrveya çaralî de pêk bîne, êrîşî Rojava. Armanc tûnekirina gelê Kurd û bînpêkirina vîna gelê Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê ye. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe koalîsyona navnetewî jî tehdit dike. Gefê li koalîsyon û dewletên navnetewî jî dixwe. Ji ber vê, ev êrîş ne tenê li ser Rojava ye.”
‘TIRKIYE BI ÊRÎŞAN HEWL DIDE TEMENÊ DAIŞ’Ê DIRÊJ BIKE’
Muslim, destnîşan kir di demeke çaresêriya pirsgireka Sûriyeyê tê nîqaşkirin de Tirkiye bi êrîşên xwe pêyama dijberiya tunekirina DAIŞ dide û wiha pê de çû: “Êdî cîhan dizanê ku dewleta Tirk DAIŞ’iyan xwedî dike û eşkere dibejin ‘DAIŞ armancê me di Rojava de pêk tîne.2 Hebûna DAIŞ hemû cîhan û mirovahî ye tehdît dike. Bi tinebûna DAIŞ’ê re çaresêriya Sûriyeyê dê bê giftigoh kirin. Ne tesadûfê ku Tirkiye di demek wiha de êrîş dike. Sedema êrîşan ew e ku temenên DAIŞ dirêj bike û pêşketinên pergala Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê bide rawestandin.
‘JI BO DAIŞ’IYÊN LI IDLÎBÊ LI EFRÎNÊ BÊN BI CIHKIRIN DEM TÊ DAYÎN’
Muslim, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye ji bo mijara Idlîbê ji rojevê derbixe, êrîşî Rojava dike. Bi wan êrîşan re jî çeteyên li Idlibê, li Efrînê bi cîh dikin. Bi tunebûna çeteyan, dê çaresêriya siyasî ya li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê pêk bê. Lê Tirkiye li dijî çaresêriyê tev digere. Ji bo vê hewl dide hebûna çeteyên li Îdlib, Efrîn û Dêrazorê bipareze. Ji ber vê Tirkiye dixwaze rojava Idlibê sar bike.”
‘QSD’Ê JI BER BÊDENGBÛNA HÊZÊN NANETEWEYÎ PÊŞGAV RAWESTANDIN’
Muslim, bal kişand ser rawestandina Pênbava Bagera Cizîrê ya QSD’ê jî û wiha rêz kir: “QSD‘ê ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakurê Sûriyê û bêdengiya dewletên navnetewî, ji bo demekê Pêngava Bagera Cizîrê rawestandin. Demeke ku pêngava şerê tunekirina DAIŞ’ê berdewam dike, lê Tirkiye jî li dijî herêmên ku şervanên YPJ/YPG rizgar kirin, êrîşan pêk tîne. Hêzên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe li dijî van êrîşan bêdeng dimîn in. Mirovahî tune bibe ne xema dewletên navneteweyî ye. Bêdengiya dewletên navnetewî wekî ku xençerê li pişta mirovahiyê bixine ye. Halbu kî tunekirina DAIŞ’ê ji bo mirovahiyê tê pêkanîn. Şervanên YPJ/YPG li Derazorê ji bo hemû mirovahiyê şer dikin û Tirkiye jî axa ku şervanan rizgar kiriye bomberbaran dike. Ev bi tu awayî naye qabûl kirin. Pêwîste dewletên navnetewî li dijî wan êrîşan xetên sor ava bikin û bêdeng nemîn in.”
‘REJÎMA SÛRIYEYÊ DIKARE TIRKIYEYÊ GILÎ BIKE’
Salih Muslim, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rejîma Sûriyeyê, dikare êrîşên Tirkiyeyê giliyê Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlekarî yê bike. Lê rejîma Sûriyê ji ber ku vîna xwe teslîmî Rûsyayê kiriye, têkildarî bîryarên Rûsya bêdeng dimîne. Li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê gavên girîng ên pergala Netewa Demokratîk hatine avêtin. Dewleta Tirk li dijî vê pergalê êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike. Çi dibe bila bibe em di têkoşîna xwe de bi israrin ku hemû deskeftiyên xwe biparêzin. Kesên ku demokrasiyê diparêzin pêwîst li dijî êrîşên Tirkiyeyê derbikevin û têbikoşin.”